[1] Dilê kalemêra neêşîne, lê dil bide wan, çawa bavê xwe. Cahila çawa birayêd xwe h’esab ke ,
[2] pîra çawa dîya xwe, k’ulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe, weke şîrê h’elal.
[3] Qedirê jinebîya bigire, yêd ku bi e’detî jinebî ne.
[4] Lê heger zar’ yan nevîyêd jinebîkê hebin, bira ew zar’ pêşîyê mala xweda hîn bin çawa xwedênasîya xwe bidine k’ifşê û bi vî tiherî deynê dê û bavê xwe veger’înin, çimkî ev yek li Xwedê xweş tê.
[5] Jinebîya e’detî ew e, ya ku t’enê maye û gumana xwe danîye ser Xwedê, şev û r’ojêd xwe bi dua û r’eca derbaz dike.
[6] Lê ya ku k’êfa dilê xwer’a ye, mirîya neç’e’lkirî ye.
[7] Van tişta t’emî ke, wekî bêlek’e bin.
[8] Lê heger merivek bona xwexatîya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înk’ar kirîye û ji nebawera jî xirabtir e.
[9] Bira navê wê deft’era jinebîyada bê nivîsarê, k’îjan ji şêst salî kêmtir nîne, carekê jî mêrkirî bûye,
[10] bi kirinêd qencva jî berbiç’e’v e: Mesele, zar’ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe k’etîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.
[11] Lê jinebîyêd cahil qebûl neke, çimkî gava evana temê xwe xirab dikin, berê xwe ji Mesîh diguhêzin, dixwazin mêr kin
[12] û bi vî awayî evî sûcî hiltînine ser xwe, çimkî sozê berê dane alîkî.
[13] Serda jî mal bi mal diger’in, xwer’anedîtî hîn dibin, ne t’enê xwer’anedîtî ne, usa jî gilîger’o, t’evî şixulê xelqê dibin û tiştêd necayîz xeber didin.
[14] Awa ez dixwazim ku jinebîyêd cahil mêr kin, zar’a bînin û malkir bin, wekî zimên nekine devê neyara.
[15] Çimkî îdî hinek jinebîyêd cahil xalifîn, pey mîrêcin çûn.
[16] Heger jinebîyêd bawermendekê hebin, bira ew alîk’arîya wan bike û civînê bargiran neke, wekî civîn bikaribe alîk’arîya jinebîyêd e’detî bike.
[17] Ew berpirsîyarêd ku serwêrtîyê r’ind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin, îlahî ewêd ku xeberdan û hînkirinêda dixebitin.
[18] Çimkî nivîsar dibêje: «Devê gayê bêderêda dixebite girênede» û «P’ale hêjayî heqê xwe ye» .
[19] Xeyba hindava berpirsîyarda bawer neke, heger du yan sê şe’de t’unebin .
[20] Berpirsîyarêd ku nava gunada dimînin, li ber h’emûya lê hilê, wekî yêd mayîn jî bitirsin.
[21] Ez li ber Xwedê, Mesîh Îsa û milyak’etêd bijartî dikime deynê stûyê te, ku tu van şîreta bê t’agêrî xwey kî, tiştekî bi firqîyê nekî.
[22] Destê xwe zû daneyne ser yekî bona xizmetk’arîya Xudan, ne jî t’evî gunêd yêd mayîn bî. Xwe paqij xwey ke .
[23] Ji vir şûnda t’enê avê venexwe, lê hinekî jî şeravê t’ev ke, bona cîyê meh’andina xwarinê, ku zû-zû nexweş dik’evî.
[24] Hinek hene, ku gunêd wan k’ifş in û r’ast wan dibine ber dîwanê, lê gunêd hineka jî paşê wê k’ifş bin.
[25] Usa jî kirinêd qenc k’ifş in û ew kirinêd ku ne k’ifş in, ew jî veşartî namînin.