[1] Awa ez hîvî dikim, berî her tiştî bona h’emû meriva dua bikin, r’eca kin, lava kin, r’azîbûnê bidin,
[2] usa jî bona p’adşa û h’emû serwêra, wekî em jîyîneke e’dil û seqir’î derbaz kin, bi t’emamîya xwedênasîyê û maqûlîyê.
[3] Li ber Xwedêyê Xilazkirê me ev e qenc û li Wî xweş,
[4] ku dixwaze h’emû meriv xilaz bin û r’astîyê nas kin .
[5] Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv,
[6] ku Xwe ji ber k’ir’îna gişkava da. Ev yek r’ast wextda bû îzbatî, ku Xwedê dixwaze h’emû xilaz bin.
[7] Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime k’ifşkirinê, (ez r’ast dibêjim, derewa nakim), necihûyar’a bûme dersdarê bawerîyê û r’astîyê.
[8] Awa ez dixwazim ku mêr her dera destêd xweye h’elal bilind kin, bê hêrs û bê şer’-de’w dua bikin.
[9] Usa jî bira k’ulfet bi k’incêd layîq, şermê û berbihêrîyê xwe bixemilînin, ne ku bi gulî-gujanga, yan zêr’, yan bi dur’a, yan jî bi k’incêd biha ,
[10] lê bi kirêd qenc, çawa li wan k’ulfeta dik’eve, yêd ku navê xwedênasîyê hildane ser xwe.
[11] Bira k’ulfet ker’ hîn be, bi t’emamîya guhdarîyê.
[12] Ez îzinê nadime k’ulfet, ku hîn bike, ne jî h’ukumî ser mêr bike, lê bira deng neke.
[13] Çimkî pêşîyê Adem xuliqî, paşê Hêwa
[14] û Adem nexapîya, lê jin xapîya û neheqî kir.
[15] Lê jin h’alê zar’anînêda jî wê xilaz be , heger bi berbihêrîyê nava bawerîyê, h’izkirinê û paqijayîyêda bimînin.