Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 2:48

[1] Vê gotinêda xêlif t’une: Heger temê yekî li serwêrtîyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze.

[2] Awa serwêr gerekê bêqusûr be, mêrê jinekê be, xwegirtî, aqilda giran, maqûl, mêvanh’iz, hînkirinêda serxwe be ,

[3] ne serxweş, ne sir’tûk, lê berbihêr, ne şer’ûd, ne p’ereh’iz.

[4] Bira malxêtîyê r’ind li mala xwe bike, zar’êd xwe gur’a xweda her alîyava maqûlîyêda mezin ke.

[5] (Çimkî heger yek nizane malxêtîyê li mala xwe bike, wê çawa bikaribe civîna Xwedê xwey ke?)

[6] Bira ne jî bawermendê nû be, ku nebe k’ubar be, dîwana wî jî mîna ya mîrêcin bê kirinê.

[7] Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe, ku nebe bê r’ezîlkirinê û bik’eve t’eleka mîrêcin.

[8] Usa jî bira berdestî giran bin, xeberdanêda dur’ûtîyê nekin, xwe nedine şeravê, pey k’eda h’eram nek’evin.

[9] R’astîya bawerîyêye e’yanbûyî bi îsafa r’ih’et xwey kin.

[10] Û evana jî bira pêşda bêne cêr’ibandinê, heger tiştek ser wan t’unebe, hingê bira berdestîyê bikin.

[11] Usa jî bira jinêd wan giran, ne buxdanbêj, lê xwegirtî, her tiştîda amin bin.

[12] Berdestî gerekê mêrê jinekê be, qenc malxêtîyê li zar’ û mala xwe bike.

[13] Ewêd ku r’ind berdestîyê dikin, xwer’a dereceke bilind qazinc dikin û serbestîke mezin dest tînin bona bawerîya Mesîh Îsa.

[14] Ez ku van tişta ter’a dinivîsim, guman heye ezê zûtirekê ser teda bêm.

[15] Lê heger ez derengî jî bik’evim, tê zanibî gerekê çawa mala Xwedêda r’abin-r’ûnên, ya ku civîna Xwedêyê sax e, stûn û h’îmê r’astîyê ye.

[16] Bê xeberdan, gelekî k’ûr e sur’a xwedêp’aristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi R’uh’ r’astîya Wî hate îzbatkirinê, milyak’etava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û r’ûmetêr’a hate hilatinê.

Tîmot’êyo I — Chapters