[1] Heyneser xûşk-birano, bona me dua bikin, wekî xebera Xudan zû pêşda her’e û bê pesindayînê, çawa nava weda bû.
[2] Dua bikin, wekî em ji merivêd neheq û xirab xilaz bin, çimkî her kes Mizgînîyêda amin nîne.
[3] Lê Xudan Xwexa amin e, wê we bişidîne û ji yê Xirab xwey ke.
[4] Em bi saya Xudan weda guman in, ku me çi t’emî dane we, hûn diqedînin û hûnê biqedînin jî.
[5] De bira Xudan mêla we bide ser h’izkirina Xwedê û sebira Mesîh.
[6] Em t’emî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêp’ergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan r’aw-r’izimêd me dane we naqedînin.
[7] Hûn xwexa zanin ku gerekê hûn ç’e’v bidine me, çimkî em nava weda bêp’ergal-bêxîret nîbûne,
[8] ne jî nanê t’u kesî bê heq xwarîye, lê bi xûdana e’nîya xwe şev û r’oj dixebitîn, diçerçirîn, wekî ser we t’u kesî nebine bargiranî.
[9] Ne ku îzina me t’unebû, lê me nexşê xwe nîşanî we kir, ku hûn ç’e’v bidine me.
[10] Çimkî gava em hê cem we bûn jî, me ev yek wer’a digot: «K’î naxwaze bixebite, bira nexwe jî».
[11] Belê em dibihên ku nava weda hinek bêp’ergal-bêxîret dijîn, ne şixulk’arê xwe ne, lê t’evî şixulê xelqê dibin.
[12] Em bi navê Xudan Îsa Mesîh t’emî û hîvî ji yêd usa dikin, ku bi me’rîfetî bixebitin û nanê xwe bixwin.
[13] Lê hûn xûşk-birano, ji qencîkirinê newestin.
[14] Heger yek guhdarîya gotinêd meye vê ne’mêda neke, wî r’aç’e’v kin û hevaltîyê wîr’a nekin, ku şerm bike.
[15] Lê nebe ku bi ç’e’vê xirab li wî binihêr’in, lê mîna bira şîret kin.
[16] De bira Xudanê e’dilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva e’dilayîyê bide we. Xudan t’evî we h’emûya be.
[17] Eva silava bi destê min Pawlos e, çawa nîşana h’emû ne’mêd min. Ez aha dinivîsim.
[18] K’erema Xudanê me Îsa Mesîh t’evî we h’emûya be.