Skip to content
Opens in a new window

Aqûb 5

Listen to this chapter • 3:48

[1] Niha hûn bibihên, dewletîno! Bigirîn û şînê bikin bona wê belengazîya ku wê bê serê we.

[2] Hebûka we r’izî ye, k’incêd we jî bûne xurê bizûzê.

[3] Zêr’ û zîvê we zeng girtin e û zenga wanê bibe şe’dê miqabilî we û mîna alava êgir goştê we h’ûfî xwe ke. We bona r’ojêd axirîyê xizne xwer’a t’op kir!

[4] We ew heqêd p’alêd ku e’rdê we didirûtin nedanê. Va ye ew heq dikine zarîn. Şikîyatê wan p’ala gihîştîye guhê Xudanê Zor .

[5] We li ser dinê ç’e’vê xwe tiştekîda nehiştîye, li gora dilê xwe xwarîye-vexwarîye, çawa k’ozîkirî, bona r’oja serjêkirinê.

[6] We ew merivêd r’ast lomek’ar kirin û kuştin, k’îjan ku miqabilî we r’anebûn.

[7] Awa xûşk-birano, sebir kin h’eta hatina Xudan. Dîna xwe bidinê, cotk’ar hîvîya berê e’rdêyî bi qîmet e, bona wê yekê sebir dike h’eta barana pêşin û paşin lêde.

[8] Hûn jî sebir kin, gumana xwe unda nekin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.

[9] Bîna xwe ji hevdu teng nekin xûşk-birano, ku dîwana we nebe. Va ye h’akim pişt dêrî sekinî ye.

[10] Xûşk-birano, alîyê te’lî-tengîya û sebirêda ç’e’v bidine wan p’êxembera, yêd ku bi navê Xudan xeber dane.

[11] Belê em xwezîya xwe li yêd sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstîye û we dît, Xudan axirîya wî çawa xêr kir, çimkî Xudan gelekî îsaf û r’e’m e!

[12] Berî her tiştî xûşk-birayêd min, sond nexwin, ne bi e’zmên, ne bi e’rdê, ne jî sondeke mayîn. Bira «Belê»-ya we belê be, «Na»-ya we na be, wekî hûn dîwanê ser xweda neynin .

[13] Heger yek ji we te’lî-tengîyêda ye, bira dua bike. Heger yek şa ye, bira eşqî Xwedê bistirê.

[14] Heger yek ji we nexweş e, bira gazî berpirsîyarêd civînê ke, ser wîda bira dua bikin, bi navê Xudan bi r’ûn r’ûn kin .

[15] Û duayê bi bawerîyê wê yê nexweş qenc ke û Xudan wê wî r’ake ser p’îya. Û heger gunek jî kiribe, wê wî bê baxşandinê.

[16] Lema ber hev gunêd xwe bidine r’ûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê r’ast gelekî qewat e û h’ukum dike.

[17] Êlyas xût merivekî mîna me bû, bi dil û can dua kir, ku baran nebare û sê sal û nîva ser e’rdê baran nebarî .

[18] Û paşê dîsa dua kir, ji e’zmên baran barî û e’rdê berê xwe da.

[19] Gelî xûşk-birayêd min! Heger yek ji we ji r’îya r’astîyê bik’eve û yekî din wî veger’îne,

[20] bira ew zanibe yê ku gunek’ar ji r’îya wîye xalifî vediger’îne, ew r’uh’ekî ji mirinê xilaz dike û gelek guna r’esît dike .

Aqûb — Chapters