Skip to content
Opens in a new window

Aqûb 3

Listen to this chapter • 3:07

[1] Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be.

[2] Belê em h’emû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda t’u şaşîyê nake, ew yekî k’amil e, ku dikare t’emamîya qalibê xwe zeft ke.

[3] Em gemê davêjine devê hespê, wekî ew bê zeftê, ku em serwêrtîyê t’emamîya hespê pêva bikin.

[4] Em bînin ser gemîyê jî. Ew çiqasî mezin in û ji ber bayê qayîm têne ajotinê, lê bi çerxeke gelekî biç’ûk têne serwêrtîkirinê, dilê gemîvan k’îyalîda ku bixwaze.

[5] Usa jî ziman endemekî biç’ûk e, lê tiştêd ji xwe mestir dibêje. Dîna xwe bidine pirîske agir, çi daristaneke mezin dikare bişewitîne!

[6] Ziman jî agirek e, dinyake zulmk’ar e nava endemêd meda. Ew t’emamîya qalibê me dih’er’imîne, agir dewra jîyîna mêriv dixe û ew xwexa ji alava agirê dojê pêgirtî ye.

[7] Her cûr’e r’e’wir, teyrede, şûlikî û h’eywanêd be’rê têne zeftê û zeftî mêriv dibin,

[8] lê t’u qûl-bende zimên nikare. Ew zulmk’arekî bêar e, je’ra me’rava dagirtî ye.

[9] Em bi wî şikirîyê didine Xudan û Bav, bi wî jî nifir’a mêriv dikin, yêd ku dilqê Xwedêda hatine xuliqandinê.

[10] Hema ji wî devî jî dua û nifir’ dertên. Xûşk-birayêd min, ev yek ne cayîz e ku aha be.

[11] Gelo ji ç’e’vkanîkê ava xweş û te’l dide der?

[12] Gelo dibe xûşk-birayêd min, wekî dara hêjîrê berê zeyt’ûnê bide, yan jî k’ola tirîyê hêjîrê? Ne jî ji şor’ayîyê ava xweş dertê?

[13] Nava weda k’î serwaxt û aqil e? Bira ew bi p’ergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide k’ifşê.

[14] Lê heger dilê weda h’evsûdîya xirab û ç’e’vnebarî hene, k’ubar nebin û r’astîyê derew dernexin.

[15] Eva «serwaxtîya» ne dayîna jorin e, lê ji dinê ye, ya merivayî ye û ji cina ye.

[16] Çimkî li k’îderê h’evsûdî û ç’e’vnebarî hene, li wir bêt’erbetî û her kirinêd xirab jî hene.

[17] Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê e’dil e, milûk û berbihêr e, bi r’e’mê û berêd qencîyêva t’ijî ye, bê t’agêr û bê h’ilek’arî ye.

[18] Û berê heqîyê ji alîyê yê ku bi e’dilayîyê diçîne tê çinînê .

Aqûb — Chapters