Petrûs I 1
[1] Ji Petrûs, Şandîyê Îsa Mesîh, cime’ta Xwedêye bijartîr’a, ya ku li welatêd Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayêda xerîb belabûyî ye.
[2] Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi R’uh’ê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye r’êtî bêne paqijkirinê: De bira k’erem û e’dilayî hê li we zêde be.
[3] Şikir ji Xwedêr’a, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji r’e’ma Xweye p’ir’, careke din em dinê xistin, bi r’abûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax
[4] û wan soz-qirarêd nebetale ner’izî û neç’ilmisî war bin. Evana li e’zmana wer’a xweykirî ne.
[5] Û qewata Xwedê pê bawerîya we, we xwey dike, bona wê xilazbûna hazirkirî, ya ku axirîya zemênda wê xuya be.
[6] Hûn bi wê şa dibin, r’ast e niha jî usa diqewime ku hûn hinekî me’dekirî ne, ji dest cûr’e-cûr’e cêr’ibandina.
[7] Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet k’ifş be, ne ku ew zêr’ê ku nava êgirda tê cêr’ibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, r’ûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.
[8] We Ew nedîtîye, lê hûn Wî h’iz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîr’ûmet, ku bi zara nayê gotinê.
[9] Çimkî hûn xilazkirina r’uh’ê xwe distînin, ku meremê bawerîya we ye.
[10] Bona vê xilazbûnê p’êxember lê ger’îyan û k’etibûne bin e’nena û bona wê k’erema ku wê wer’a bibûya p’êxembertî kirin.
[11] R’uh’ê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bik’işîne û peyr’a bik’eve r’ûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin k’a bona k’engê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.
[12] Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha wer’a bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî wer’a dannasîn kirin, bi R’uh’ê Pîrozî ku ji e’zmên hate şandinê. Milyak’et jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.
[13] Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û h’işyar bin, t’am gumana xwe bidine ser wê k’eremê, ya ku wê wer’a bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.
[14] Mîna zar’êd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezanîya xweda.
[15] Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava h’emû r’abûn-r’ûniştina xweda.
[16] Çawa nivîsar e: «Pîroz bin, çimkî Ezî pîroz im» .
[17] Heger hûn Wîr’a Bavo dibêjin, Yê ku bê firqî dîwana her kesî weke e’melêd wî dike, ku usa ye vî wextê xerîb-firarîya xweye vê dinê bi xofa Xwedê derbaz kin.
[18] Çimkî hûn zanin wekî hûn ji r’aw-r’izimêd kal-bavaye bêkêr, pê wan tiştêd ku unda dibin, awa gotî zêr’a yan zîva nehatine k’ir’înê,
[19] lê pê xûna Mesîhe qîmet-giran, ku ew çawa berxekî bêqusûr û bêlek’e bû.
[20] Ew hê berî destpêbûna dinyayê k’ifşkirî bû, lê van axirîyada bona we e’yan bû.
[21] Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya r’akir û r’ûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.
[22] Awa we guhdarîya r’astîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku h’izkirina we hindava xûşk-birada bê h’ilek’arî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm h’iz bikin.
[23] Hûn ne ku ji havênê p’ûç’ dîsa dinê k’etine, lê ji yê nep’ûç’, ji xebera Xwedêye xweyîe’mire h’eta-h’etayê.
[24] Çimkî «H’emû meriv mîna gîhê ne û t’emamîya r’ewşa wan mîna gulê gîhê. Gîha h’işk dibe û gulêd wê jê diwarin,
[25] lê xebera Xudan h’eta-h’etayê dimîne». Ev ew xeber e, ku bi Mizgînîyê wer’a hate dayînê.