Aqûb 2
[1] Xûşk-birayêd min! Hûn ku bawermendêd Xudanê me Îsa Mesîhê xweyîr’ûmet in, firqîyê nekine nava meriva.
[2] Mesele, gava yekî gustîla zêr’ t’ilîyêda û k’incêd r’ewş wergirtî bê civîna we, usa jî yekî belengaz bi k’incêd p’izinîva bê
[3] û hûn dîna xwe bidine yê xweyê k’incêd r’ewş û bêjinê: «K’erem ke vê jorê r’ûnê», lê yê belengazr’a bêjin: «Ser p’îya bisekine» yan jî «vê jêrê r’ûnê»,
[4] gelo hûn nava xweda firqîyê danaynin û nabine h’akimêd fikirêd xirab?
[5] Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê P’adşatîyê bin, k’îjan ku Xwedê wanr’a soz daye, yêd ku Wî h’iz dikin?
[6] Lê hûn belengaza bêhurmet dikin! Çima ew yêd dewletî nînin, ku zorê li we dikin û we k’aşî ber dîwanê dikin?
[7] Çima ew nînin, yêd ku wî navê qenc bêhurmet dikin, k’îjan ser we ye?
[8] Heger hûn qanûna P’adşatîyê biqedînin, li gora nivîsara ku dibêje: «Hevalê xwe weke xwe h’iz bike» , hûn qenc dikin.
[9] Lê heger hûn firqîyê dikin, guna dikin û hindava Qanûnêda dibine yekî gunek’ar.
[10] Ewê ku t’emamîya Qanûnê xwey dike, lê tiştekî jê ber’dide, ew dibe deyndarê t’emamîya Qanûnê.
[11] Çimkî Ewê ku got: «Zinîyê neke» usa jî got: «Nekuje» . Awa heger zinîyê nekî, lê bikujî, dîsa Qanûnê dit’er’ibînî.
[12] Xeberdan û kirinêd xweda usa bin, çawa yêd dîwana wanê bi wê qanûnê bibe, ya ku azayîyê dide.
[13] Çimkî bê r’e’m wê dîwana bêr’e’ma bibe, lê r’e’m li ber dîwanê r’ûspî dike .
[14] Çi feyde xûşk-birayêd min, heger yek bêje ku bawerîya wî heye, lê kirêd wî t’unebin? Gelo eva bawerîya dikare wî xilaz ke?
[15] Mesele, heger birak yan xûşkek sit’ar lê t’unebe yan h’ewcê nanê r’ojê be,
[16] ji we yek wanr’a bêje: «Bi xêr û silamet her’in, germ û t’êr bin», lê tiştêd ku ew h’ewce bin nede wan, çi feyde?
[17] Usa jî bawerî, heger kirêd wê t’unebin, bi t’enê mirî ye.
[18] Lê yekê bêje: «Bawerîya te heye, kirêd min hene». Lê ezê bêjim: K’a bawerîya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî bawerîyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim.
[19] Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! cin jî bawer dikin û dibizdin.
[20] Lê tu dixwazî ev yek bê îzbatkirinê, merivê bêh’iş, wekî bawerî bêyî kira mirî ye?
[21] Ne Birahîmê bavê me bi kira r’ast hate h’esabê, gava kur’ê xwe Îshaq danî ser gorîgehê, ku bike qurban?
[22] Tu dibînî ku bawerîyê t’evî kirêd wî ya xwe kir û bi wan kira bawerî k’amil bû?
[23] Û gotina nivîsarê hate sêrî, ku dibêje: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew jêr’a r’astî hate h’esabê» û dostê Xwedê hate gotinê .
[24] Hûn dibînin ku meriv bi kira r’ast tê h’esabê, ne ku t’enê bi bawerîyê?
[25] Ne usa jî R’exaba ç’e’vder bi kira r’ast hate h’esabê, gava ce’sûs qebûl kirin û ew r’êke dinva ver’êkirin?
[26] Awa çawa qalib bê r’uh’ mirî ye, usa jî bawerî bêyî kira mirî ye.