Skip to content
Opens in a new window

Aqûb 4

Listen to this chapter • 2:59

[1] Ji k’u ne ew şer’ û de’wê nava weda? Ne ji temêd we ne, ku nava dilê weda şer’ê xwe dikin?

[2] Ç’e’vê we li tişta ye, lê nak’eve destê we, dikujin û ç’e’vnebarîyê dikin, lê nikarin bigihîjine meremê xwe, hingê hûn hevr’a dik’evine h’ucetê û şer’ dikin . Hûn dest naxin, çimkî hûn hîvî ji Xwedê nakin.

[3] Û gava hîvî dikin, nastînin, çimkî ser nêta xirabîyê hîvî dikin, wekî k’êfêd dilê xwe derbaz kin.

[4] Bêe’silno! Hûn nizanin k’ê vê dinê h’iz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa k’î dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.

[5] Yan t’exmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî r’uh’ê ber meda ye?

[6] Lê belê ew hê k’eremê dide me. Lema nivîsar dibêje: «Xwedê miqabilî k’ubar-babaxa ye, lê k’eremê dide şkestîya» .

[7] Awa ber Xwedê şkestî bin. Miqabilî mîrêcin bisekinin û ewê ji we bir’eve.

[8] Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê Xwe li we bigire. Destêd xwe bişon, gunek’arno, dilê xwe paqij kin, dudilîno.

[9] Bine’lin, şîn û girî bin, bira k’enê we bibe şîn û eşqa we jî k’eder.

[10] Li ber Xudan xwe bişkênin û Ewê we bilind ke.

[11] Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. K’î xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê h’akimê wê yî.

[12] T’enê Qanûndarek û H’akimek heye, ku dikare hin xilaz ke û hin jî unda ke. Lê tu k’î yî ku loma hevalê xwe dikî?

[13] Niha hûn guhdar bin, yêd ku dibêjin: «Îro yan sibê emê her’ine filan bajarî û li wê derê salekê bimînin, t’ucaretîyê bikin û qazinc kin».

[14] Hûn nizanin wê sibê çi bê serê we. E’mirê we çi ye? Hûn mîna mijê ne, hew dinihêr’î heye, hew dinihêr’î t’une.

[15] Gerekê hûn aha bêjin: «Heger Xudan bixwaze, emê bijîn û filan yan bêvan tiştî bikin».

[16] Lê hûn bi k’ubar-babaxîya xwe difir’in. Her p’eydayîneke aha xirabî ye.

[17] Awa ewê ku zane qencîyê bike û nake, ew jêr’a gune ye.

Aqûb — Chapters