Galatî 4
[1] Awa ez dibêjim, warê ku xweyê her tiştî ye, lê h’eta ku xişîm e ji xulêm nayê firqîkirinê.
[2] Ew bin destê xweykirîya û xemk’êşada ye, h’eta wî wextê ku bavê k’ifş kirîye.
[3] Usa jî em gava hê r’uh’anîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêr’a dikirin.
[4] Lê gava wext pêr’a gihîşt, Xwedê Kur’ê Xwe şand, ku ji k’ulfetê bû û k’ete bin Qanûnê,
[5] wekî yêd bin Qanûnê aza ke û em jî heqê lawtîya Xwedê bistînin .
[6] Awa hûn ku lawêd Wî ne, Xwedê R’uh’ê Kur’ê Xwe şande nava dilê me, ku gazî Xwedê dike: «Abba!» awa gotî «Bavo!»
[7] Bi vî awayî îdî tu ne xulam î, lê law î û heger law î, usa jî Xwedê tu kirî warê Xwe.
[8] Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usar’a dikirin, ku r’ast ne xwedê bûn.
[9] Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vediger’ine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne t’u tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanr’a bikin?
[10] Hûn guh didine r’ojêd h’esab, meha, r’ojgar û sala.
[11] Ez bona we ditirsim, ku ew şixulê min bona we kirîye deya her’e.
[12] Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bibine mîna min, çimkî ez jî mîna we bûme. We t’u zîyan nedaye min.
[13] Hûn zanin ku cara pêşin bêsih’etîya qalibê min bû me’nî, min Mizgînî da we.
[14] Û çi ku hate serê qalibê min, ew yek bû cêr’ibandinek bona we, lê dîsa we ez bêhurmet nekirim yan pişta xwe neda min, lê weke milyak’etekî Xwedê ez qebûl kirim û weke Mesîh Îsa.
[15] Ew şabûna we çawa bû? Ez weke şîrê xwe, heger ji dest weva bihata, weyê ç’e’vê xwe jî derxista bida min.
[16] Îdî ez bûme dijminê we, wekî min wer’a r’ast xeber daye?
[17] Ewêd mayîne ku k’etine demana we, ew xêra we naxwazin, lê belê ewana dixwazin we ji min biqetînin, wekî hûn bik’evine demana wan.
[18] Qenc e ku merî demana qencîyêda be û ne ku t’enê gava ez nava weda bim, lê her gav.
[19] Lawêd min, ez niha dîsa bona we mîna êşa k’ulfeta dik’işînim, h’eta ku Mesîh nava weda bigihîje.
[20] Xwezî ez niha li cem we bûma û min tiherê xeberdana xwe biguhasta, çimkî ez bona we nava mitalada me!
[21] Ji minr’a bêjin, hûn ku dixwazin bin Qanûnêda bin, we nebihîstîye Qanûn çi dibêje?
[22] Nivîsar e ku: «Du kur’êd Birahîm hebûn, yek ji carîyê bû, yek jî ji jina aza» .
[23] Ewê ji carîyê bû, ew bi binyat’a merivayê bibû, lê ewê ji jina aza bû, ew li gora sozê Xwedê bû.
[24] Eva yeka cûr’ekî mayîn tê fe’mkirinê, ev her du jin du peyman in: Yek ji ç’îyayê Sînayê, bona xulamtîyê tîne, ew Hacer bû .
[25] Hacer E’rebistanêda tê h’esabê ç’îyayê Sînayê û himberî Orşelîma niha dibe, ku zar’êd xweva xulamtîyê dike.
[26] Lê ya aza, ew Orşelîma jorin tê h’esabê, ku ew dîya me h’emûya ye .
[27] Çimkî nivîsar e: «Şa be, bêzur’eta ku te zar’ nedanîn. Bi eşq bistirê, deng bilind ke, ku êşa zar’anînê te nek’işand. Çimkî zar’êd te mêrber’dayîyê wê ji zar’êd ya xweyîmêr gelektir bin» .
[28] Awa hûn xûşk-birano, mîna Îshaq zar’êd wî sozî ne .
[29] Lê çawa hingê ewê ji merivayê bibû, yê ji alîyê R’uh’da dizêrand, usa jî niha .
[30] Lê nivîsar çi dibêje? «Ewê carîyê kur’ê wêva berdê derxe, çimkî kur’ê carîyê gerekê t’evî kur’ê jina aza war nebe» .
[31] Awa xûşk-birano, em ne zar’êd carîyê ne, lê zar’êd ya aza ne.