Galatî 2
[1] Paşê çardeh sala şûnda t’evî Barnabas dîsa r’abûme Orşelîmê, Tîto jî min t’evî xwe bir .
[2] Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku her’im. Û min ew Mizgînî li wan da h’esandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd sereker’a başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim.
[3] Lê h’eta Tîtoyê t’evî min ku yûnan bû, p’êyî ser wî jî nekirine, ku bê sinetkirinê. Ev pirs pêşda hat,
[4] çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ce’sûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.
[5] Lê me qet deqekê jî gur’a wan nekir, ku r’astîya Mizgînîyê nava weda h’îmgirtî bimîne.
[6] Lê bona wan jî, yêd ku sereke k’ifş dibûn, (qet xema min nîne, ku ew berê çi bûne, Xwedê firqîyê nake nava meriva), wan sereka jî t’u tiştê nû minr’a negotin.
[7] Lê serbara-serda dîtin ku li min hatîye spartinê, wekî ez Mizgînîyê bidime necihûya , çawa ku li Petrûs jî hatîye spartinê, wekî Mizgînîyê bide cihûya .
[8] Çimkî Xwedêyê ku Petrûs kire şandîyê cihûya, hema Wî jî ez kirime şandîyê necihûya.
[9] Gava Aqûb, Petrûs û Yûh’ennayê ku «Stûn» dihatine h’esabê, bona wê k’erema ku minr’a hatibû dayînê pê h’esîyan, destêd xweye r’astê çawa nîşana t’ifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em her’ine nava necihûya û ew jî her’ine nava cihûya.
[10] T’enê wan hîvî kir, ku em belengaza bîr nekin, ya ku ez xwexa jî demana wê yekêda me.
[11] Lê gava Petrûs hate Entakyayê, ez aşkere miqabilî wî r’abûm, çimkî ewî şaş bû.
[12] Berî hatina çend merivêd ku Aqûb şandibûn, ewî t’evî necihûyêd bawermend nan dixwar. Lê gava ewana hatin, ewî xwe dida alîkî û vedik’işîya, ji tirsa ewêd ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê.
[13] Û cihûyêd bawermende mayîn jî t’evî wî dur’ûtî kirin, h’eta ku Barnabas jî xalifî, k’ete nava wê dur’ûtîya wan.
[14] Lê gava min dît ku ewana nava r’astîya Mizgînîyêda namînin, hingê li ber h’emûya min gote Petrûs: «Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijîyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?»
[15] Eme ku e’silê xweda cihû ne û ne ji «necihûyêd gunek’ar» in,
[16] zanin ku meriv bi kirêd Qanûnê nikare r’ast bê h’esabê, lê t’enê bi Îsa Mesîh bawerkirinê. Me jî Mesîh Îsa bawer kir, wekî bi Mesîh bawerkirinê em r’ast bêne h’esabê, ne ku bi kirêd Qanûnê, çimkî t’u qûl-bende bi kirêd Qanûnê nikare r’ast bê h’esabê .
[17] Awa heger em dikin bi Mesîh r’ast bêne h’esabê û wê gavê xuya be, ku em xwexa jî mîna wan gunek’ar in, hingê Mesîh bû wek’îlê guna? T’u car!
[18] Heger ew tiştêd min xirab kirine, dîsa destpêdikim çêdikim, ez neheqîya xwe didime îzbatkirinê.
[19] Çimkî ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim, wekî bona Xwedê bijîm. Ez t’evî Mesîh xaç bûm,
[20] ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kur’ê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez h’iz kirim û canîya Xwe bona min da der.
[21] Ez k’erema Xwedê t’exsîr nakim, çimkî heger r’asth’esabbûn bi Qanûnê bûya, ku usa ye Mesîh badîhewa mir.