Galatî 5
[1] Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nek’evine bin wî nîrê xulamtîyê.
[2] Bibihên, ez Pawlos wer’a dibêjim: Heger hûn bihêlin ku hûn bêne sinetkirinê, Mesîh t’u k’arê nade we.
[3] Ez her merivekîr’a dîsa mêrk’îmî dibêjim, yê ku îzinê dide xwe ku ew bê sinetkirinê, ew deyndar e ku t’emamîya Qanûnê biqedîne.
[4] Û heger hûn bi Qanûn qedandinê dixwazin r’ast h’esab bin, wekî usa ye hûn ji Mesîh qetîyayî ne û ji k’eremê k’etî ne.
[5] Lê çi ji me dik’eve, em bi saya R’uh’ê Pîroz û pê bawerîyê h’eyra wê r’asth’esabbûnêda ne, ya ku em têda guman in.
[6] Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi h’izkirinê ya xwe dike.
[7] Hûn r’ind pêşda diçûn! K’ê hûn dane sekinandinê, ku êlimî r’astîyê nebin?
[8] Eva hêlana ne ji Wî ye, Yê ku gazî we kirîye.
[9] «Hinek hevîrtir’şk t’emamîya hevîr hiltîne» .
[10] Lê ez bi yektîya meye Xudanda weda guman im, ku hûnê tiştekî mayîn nefikirin, lê ewê fikirêd we t’evî hev dike wê ser bela xwe vebe, k’î jî hebe.
[11] Lê ez xûşk-birano, heger hela hê sinetkirinê dannasîn dikim, îdî çima tême zêrandinê? Wekî usa ye gerekê t’u kesê ji xaçê Mesîh p’işk nebûya.
[12] Xwezî yêd ku fikirêd we t’evî hev dikin, xwexa xwe k’okêda jî bibir’îyana!
[13] Hûn azayîyêr’a hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê t’enê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyat’a însên. Dewsa wê bi h’izkirinê hevdur’a xulamtîyê bikin.
[14] Çimkî t’emamîya Qanûnê bi vê gotinê tê sêrî: «Hevalê xwe weke xwe h’iz bike» .
[15] Lê heger hûn dev bavêjine hevdu, hevdu bixwin, miqatî xwe bin, ku k’oka hevdu neynin.
[16] Awa ez dibêjim, bi saya R’uh’ê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinêd binyat’a însên nekin.
[17] Çimkî xwestina binyat’a însên miqabilî R’uh’ e, R’uh’ miqabilî binyat’a însên e. Ev her du li hev nakin, lema hûn nikarin xwestinêd xwe bikin .
[18] Lê heger hûn bi R’uh’ têne r’êberîkirinê, hûn nak’evine bin destê Qanûnê.
[19] Awa kirêd binyat’a însên e’yan in: Bênamûsî, h’eramî, toltî,
[20] p’ûtp’aristî, pîresêrtî, neyartî, şer’-de’w, h’evsûdî, hêrsk’etin, hevr’ik’î , dutîretî, cudetî,
[21] ç’e’vê xirab, mêrkujî , serxweş, kûç’iksantî û çi ku mîna van in. Ez niha wer’a dibêjim, çawa ku min pêşda jî wer’a gotibû, ku yêd van tişta dikin, P’adşatîya Xwedê war nabin.
[22] Lê berêd R’uh’ ev in: H’izkirin, şabûn, e’dilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,
[23] milûktî, xwegirtin. Hindava van tiştada qanûn t’une.
[24] Û ewêd ku p’ara Mesîh Îsa ne, binyat’a xwe bi t’evî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.
[25] Em ku bi saya R’uh’ dijîn, bi r’êberîya R’uh’ bimeşin.
[26] Em k’ubar nebin, agirê hev gur’ nekin û h’evsûdîyê li hevdu nekin.