Skip to content
Opens in a new window

Galatî 3

Listen to this chapter • 5:28

[1] Gelî galatîyêd bêh’iş! K’ê serê we t’ijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber ç’e’vê we xaçbûyî hate dîyarkirinê?

[2] Ez t’enê vê yekê dixwazim ji we bizanibim: We R’uh’ê Xwedê bi Qanûn qedandinê stand, yan bi Mizgînî bihîstinê û bawerîya xwe jê anînê?

[3] Çima hûn haqas bêh’iş in, ku we bi R’uh’ê Xwedê destpêkir û niha bi merivayî xilaz dikin?

[4] Haqas tişt badîhewa hatine serê we? Naqewime ku badîhewa bin!

[5] Çima ew Xwedêyê ku R’uh’ê Xwe p’êşk’êşî we dike û nava weda k’eremeta dike, bona Qanûn qedandina we dike, yan bona ku we Mizgînî bihîst û bawerîya xwe jê anî?

[6] Mesele, bona Birahîm aha nivîsar e: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew yek jêr’a r’astî hate h’esabê» .

[7] Awa zanibin, yêd ku bawer dikin ew in zar’êd Birahîm .

[8] Nivîsarê hê pêşda dabû k’ifşê, ku Xwedê necihû bi bawerîyê wê r’ast h’esab bikirana û zûva Mizgînî dabû Birahîm ku: «Bi te duayê h’emû mileta bibe» .

[9] Awa ewêd ku bawer dikin, t’evî Birahîmê bawermend dua li wan tê kirinê.

[10] Ewêd ku xwe spartine kirêd Qanûnê, ew binê nifir’êda ne, çimkî nivîsar e: «Nifir’ li her kesî ye, yê ku nava h’emû nivîsarêd k’itêba Qanûnêda namîne û naqedîne» .

[11] E’yan e t’u kes bi Qanûnê nikare li ber Xwedê r’ast bê h’esabê, çimkî nivîsar e: «Yê r’ast wê bijî, çimkî bawer dike» .

[12] Lê Qanûn bi bawerîyê nîne, lê belê çawa nivîsar dibêje: «K’î ku t’emîyêd Qanûnêbiqedîne bi wan wê bijî» .

[13] Mesîh em ji wê nifir’a Qanûnê k’ir’în, ew dewsa me k’ete bin wê nifir’ê, çimkî nivîsar e: «Nifir’ ser yê darva dardakirî ye» .

[14] Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em R’uh’ê sozdayî bistînin.

[15] Xûşk-birano! Ez tînime ser e’detê dinê. Heger yekî wesîyetek t’estîq kiribe, t’u kes nikare wê betal ke, yan jî tiştekî din serda zêde ke.

[16] Awa ew soz Birahîm û zur’eta wîr’a hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zur’etêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zur’eta te» û ew zur’et Mesîh e.

[17] Awa gotî ez vê yekê dibêjim, ew wesîyeta ku pêşda ji Xwedêda hatibû t’estîqkirinê, Qanûna ku çarsid sî salî şûnda derk’et, nikare usa bike, wekî wesîyeta sozdayî qewata xwe unda ke .

[18] Çimkî heger wartî Qanûnêva girêdayî bûya, wê sozdayînêva girêdayî nîbûya, lê Xwedê bi soz p’êşk’êşî Birahîm kir .

[19] Îdî meremê Qanûnê çi bû? Qanûn serda zêde bû ku neheqî bê naskirinê û gerekê ew bima h’eta hatina Zur’eta wî, k’îjanîr’a soz dabû. Qanûn ji alîyê milyak’etada, bi destê navçêtîya yekî hate dayînê .

[20] Bona wesîyetkirinê navçêtî ne lazim e gava wesîyet bi destê yekî tê kirinê û li vir ew yek t’enê Xwedê ye.

[21] Awa Qanûn miqabilî sozêd Xwedê ye? T’u car! Belê heger qanûnek hebûya, ku bikaribûya jîyîn bida, hingê e’seyî r’asth’esabbûn wê bi qanûnê bibûya.

[22] Lê nivîsar h’emûya bin hêsîrtîya guneda dide k’ifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendar’a bêne dayînê.

[23] Berî hatina bawerîyê, em bin destê Qanûnêda çawa girtî dihatine xweyîkirinê, h’eta xuyabûna wê bawerîyê ku wê bihata.

[24] Bi vî awayî Qanûn bû t’erbetdarê me û em berbir’î Mesîh anîn , ku em bi bawerîyê r’ast bêne h’esabê.

[25] Lê niha ku bawerî hat, em îdî ne bin destê t’erbetdarê Qanûnêda ne.

[26] Bi bawerîyê hûn h’emû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne .

[27] Hûn h’emû ku yektîya Mesîhda hatine nixumandinê, we Mesîh ser xwe wergirtîye.

[28] Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn h’emû jî yek in yektîya Mesîh Îsada.

[29] Û heger hûn p’ara Mesîh in, wekî usa ye zur’eta Birahîm in û warêd wî sozî ne .

Galatî — Chapters