Skip to content
Opens in a new window

Petrûs I 5

Listen to this chapter • 2:40

[1] Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şe’dê cefêd Mesîh û heval-p’arê wê r’ûmetê me, ya ku wê xuya be.

[2] Şivantîyê wî kerîyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin , ne ku bê dil, lê bi dil û can usa xwey kin, çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona k’ara xwe, lê bi r’ezedilî ,

[3] ne ku li ser yêd ku p’ara we k’etine h’ukum kin, lê nexşê qenc nîşanî kêrî kin.

[4] Û gava Serekşivan e’yan be, hûnê wê t’acê r’ûmetê bistînin, ku ç’irûsîya wê unda nabe.

[5] Usa jî cahilno, gur’a mezinada bin. Û hûn h’emû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdur’a bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî k’ubar-babaxa ye, lê k’eremê dide şkestîya» .

[6] Bin destê Xwedêyî zor ta bin, ku Ew wextda we bilind ke

[7] û h’emû xemêd xwe bavêjine ser Wî, çimkî Ew bona we xem dike.

[8] Serwaxt bin, h’işyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mir’e-mir’a wî ye, diger’e k’a k’ê h’ûfî xwe ke.

[9] Bawerîyêda h’îmgirtî miqabilî wî bisekinin, çimkî hûn zanin ku xûşk-birêd we jî t’emamîya dinyayêda xût wan cefa dik’işînin.

[10] Lê Xwedêyê t’emamîya k’eremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî r’ûmeta xweye h’eta-h’etayê kirine, pey hinek cefa dîtinêr’a, wê Xwexa we k’amil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.

[11] Qudret ji wîr’a h’eta-h’etayê. Amîn.

[12] Min bi destê Sîlas , çawa birakî amin ez wî h’esab dikim, kin wer’a nivîsî, dil didime we û şe’detîyê didim, ku ev e k’erema Xwedêye r’ast. Vêda hûn qewîn bisekinin.

[13] Civîna Babîlonêda li we silav dike, ya ku t’evî we hatîye bijartinê, usa jî lawê min Marqos.

[14] Bi r’amûsana h’izkirinêye dilê sax hevdu silav kin. De bira e’dilayî li we h’emûyêd p’ara Mesîh be. Amîn.

Petrûs I — Chapters