Petrûs I 2
[1] De her cûr’e xirabîyê, h’ilek’arîyê, dur’ûtîyê, h’evsûdîyê û buxdanbêjîyê ji p’êşa xwe dawşînin.
[2] Mîna dergûşêd li ber bistên, h’eyra şîrê sipîyî r’uh’anîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêr’a mezin bin.
[3] Çimkî nivîsar e: We «te’ma şîrinayîya Xudan hildaye» .
[4] Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva t’exsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e.
[5] Hûn jî mîna kevirêd sax, p’aristgeheke r’uh’anî werine çêkirinê, çawa k’ahînêd pîroz qurbanêd r’uh’anîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.
[6] Çimkî k’itêbêda nivîsar e: «Va Ez Sîyonêda kevirekî jibareyî û xweyîqedir çawa kevirê e’nîşkê datînim û k’î bawerîya xwe Wî bîne, t’u car wê şermî nemîne» .
[7] Awa ew kevir bona we bawermenda xweyîr’ûmet e, lê bona nebawera: «Ew kevirê ku hosta t’exsîr kir, Ew bû serê e’nîşkê» ,
[8] «Kevirê ku meriv serda dilik’umin û zinarê ku jê hol dibin» . Ew dilik’umin, çimkî guhdarîya xeberê nakin û çawa wê yekêr’a jî k’ifşkirî ne.
[9] Lê hûn qebîleke jibare ne, k’ahînêd p’adşatîyê, miletê buhurtî, cime’ta Xwedê, wekî k’eremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji te’rîstanîyê gazî r’onaya xweye h’ujmek’ar kirine .
[10] Wextekê hûn ne t’u cime’t bûn, lê niha bûne cime’ta Xwedê, hûne bê r’e’ma Xwedê bûn, lê niha we r’e’m dîtîye .
[11] Delalno! Ez hîvî ji we dikim, çawa merivêd firarî û xerîbe vê dinê, h’evza xwe ji dilhavijîyêd bedenê bikin, ku miqabilî r’uh’ê we şer’ dikin.
[12] Nava p’ûtp’aristada hûn xwe usa p’ergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we r’ezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê R’oja ku serîkî bide dinê.
[13] Gur’a her serwêrtîyêd merivayêda bin, bona xatirê Xudan, gur’a p’adşêda bin, çawa serwêrê herî bilind,
[14] usa jî gur’a welîyada bin, ku ji alîyê p’adşêda şandî ne, wekî cezayê bidine neheqa û pesin jî bidine qenca.
[15] Çimkî ev e qirara Xwedê, ku hûn bi qencîkirinê dengê merivêd bêh’işe nezan bidine bir’înê.
[16] Mîna merivêd aza bijîn. Bira azayîya we nebe xêlîya xirabîkirinê, lê bijîn çawa xulamêd Xwedê.
[17] Qedirê h’emûya bigirin xûşk-bira h’iz bikin, ji Xwedê bitirsin, qedirê p’adşê bigirin.
[18] Xulamno, bi xofk’êşîke mezin gur’a axayêd xweda bin, ne ku t’enê gur’a yêd qenc û berbihêrada bin, lê gur’a zulmk’arada jî.
[19] Çimkî eva bextewarîk e, heger yek bona xatirê Xwedê cîkî heqî-neheq zelûlîyê dik’işîne û sebir dike.
[20] Lê çi feyde heger hûn bona gunekirinê bêne lêdanê û teyax kin? Lê heger hûn bona qencîkirinê cefê bibînin û teyax kin, hûn li ber Xwedê bextewar in.
[21] Belê hûn vê yekêr’a hatine gazîkirinê, çimkî Mesîh xwexa jî bona we cefa k’işand û nexşek wer’a hişt, wekî hûn p’êgeha Wîda her’in.
[22] Ewî gune nekir û zarê Wîda h’ilek’arî t’unebû .
[23] Gava dihate r’ezîlkirinê, ji berva kes r’ezîl nedikir, gava cefa dik’işand, gef li kesekî nedixwar, lê Xwe spartibû h’akimê ser r’astîyê .
[24] Ewî gunêd me bedena Xweda r’akirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn .
[25] Çimkî hûn mîna pezêd xalifî bûn, lê niha hûn li Şivan û Se’vîyê r’uh’ê xwe veger’îyane.