Petrûs I 4
[1] Awa Mesîh ku bona me bedenî cefa k’işand, hûn jî bi wê nêt-fikirê sîlih’kirî bin. Çimkî yê bi bedenî cefa k’işand, wî dest ji guna k’işandîye,
[2] wekî îdî h’eta mirina xwe, ne ku li gora dilhavijîyêd xweye merivayî bijîn, lê li gora qirara Xwedê.
[3] Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina p’ûtp’arista derbaz kirîye, hûn pey h’eramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûç’iksantîyê, serxweşîyê û p’ûtp’aristîya k’irêt k’etibûn.
[4] Ew p’ûtp’arist e’cêbmayî jî dimînin, wekî hûn t’evî avîtîya wane bênamûsî nabin û navê xirab li pey we dixin.
[5] Lê ewê li ber Wî cabdar bin, Yê ku hazir e dîwana mirî û zêndîya bike.
[6] Bona vê yekê jî wan mirîyar’a Mizgînî hate dayînê, yêd ku bi bedenî mîna meriva dîwana wan hate kirinê, wekî bi r’uh’anî bijîn mîna Xwedê.
[7] Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.
[8] Berî her tiştî, h’izkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî h’izkirin gelek guna dinixême.
[9] Hindava hevda mêvanh’iz bin, bîna xwe teng nekin .
[10] Ji we k’ê çi p’êşk’êş standîye, bi wê jî hevr’a xizmetk’arîyê bikin, çawa wek’îlêd qence k’erema Xwedê.
[11] Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetk’arîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, r’ûmet û qudret ji Wîr’a h’eta-h’etayê. Amîn.
[12] Delalno! Ji wê alava tengasîyê e’cêbmayî nemînin, ku bona cêr’ibandinê tê serê we û nefikirin ku ev çi bela bû li we qewimî.
[13] Lê şa bin, ku hûn t’evî cefêd Mesîh dibin, wekî wî wextê xuyabûna r’ûmeta Wî hûnê ji şabûnê geş bin.
[14] Heger hûn bona navê Mesîh bêne r’ezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye R’uh’ê xweyîr’ûmet, R’uh’ê Xwedê ser we danîye .
[15] Bira ji we t’u kes cefê nek’işîne, çawa mêrkuj, yan diz, yan zulmk’ar, yan jî t’evî şixulê xelqê bûyî.
[16] Lê heger cefê bik’işîne çawa mesîhî, bira şerm neke, lê şikirîyê bide Xwedê bona vî navî, ku ser wî ye.
[17] Îdî wext pêr’a gihîştîye, wekî dîwan ji mala Xwedêda destpêbe û heger pêşda ji meda destpêdibe, lê axirîya wanê çawa be, yêd ku gur’a wê Mizgînîya ji Xwedê nakin?
[18] Nivîsar e: «Heger yê r’ast wê bi zorekê xilaz be, îdî h’alê nep’ak û gunek’ara wê çawa be?»
[19] Awa yêd ku li gora qirara Xwedê cefê dik’işînin, bira xwe li qencîyê bigirin, r’uh’ê xwe bispêrine E’firandarê xweyî amin.