Skip to content
Opens in a new window

Petrûs I 3

Listen to this chapter • 4:28

[1] Usa jî k’ulfetno, gur’a mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdarîya xeberê nakin, bi p’ergalîya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser bawerîyê

[2] gava p’ergalîya weye xofe û nave-namûs bibînin.

[3] Bira xemila we dervava bi gulîvegirtinê û t’or’êd zêr’a, yan jî bi k’inca nîbe ,

[4] lê ya merivê hindur’ê dilda, r’uh’ekî milûk û girane bedewetîya nebetal e, ku li ber Xwedê p’ir’ bi qîmet e.

[5] Çimkî berê bi vî tiherî k’ulfetêd pîroze ku gumana xwe danîbûne ser Xwedê, xwe dixemilandin, xemila wan ew bû ku gur’a mêrê xwe bikirana,

[6] mîna Serayê ku gur’a Birahîmda bû û digote wî: «Xweyê min». Îdî hûn qîzêd wê dêyê ne, heger hûn xwe li qencîyê digirin û ji t’u tiştî natirsin.

[7] Usa jî mêrno, bi fe’mdarîyê e’mirê xwe t’evî jinêd xwe derbaz kin, çawa qisimê sist qedirê wan bigirin, usa jî çawa hevalwarê wê jîyîna ku hûnê p’êşk’êş bistînin, wekî t’u tişt nebine bayîsê duayêd we .

[8] Heyneser h’emû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev h’iz bikin, r’e’m û şkestî bin.

[9] Ji ber xirabîyêva xirabîyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêr’a hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê.

[10] Çimkî nivîsar e: «K’î jîyînê begem dike û dixwaze r’ojêd xweş bibîne, bira zimanê xwe ji xirabîyê xwey ke û zarê xwe jî ji h’ilek’arîyê.

[11] Bira ji xirabîyê veger’e, qencîyê bike û e’dilayîyê biger’e, li pey wê her’e.

[12] Çimkî ç’e’vê Xudan li ser r’asta ye û guhê Wî ser duayê wan e, lê Xudan miqabilî wan e, yêd ku xirabîyê dikin».

[13] K’î wê xirabîyê li we bike, heger hûn demana qencîkirinêda bin?

[14] Lê heger hûn bona r’astîkirinê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin .

[15] Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan h’emûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin ,

[16] xweyê îsafa r’ih’et bin, wekî, gava hûn bêne r’ezîlkirinê, yêd ku p’ergalîya weye qence t’evî Mesîh bêhurmet dikin, şermî bin.

[17] Hê qenc e, heger qirara Xwedê ye, em bona qencîyê cefê bik’işînin, ne ku bona xirabîyê.

[18] Çimkî Mesîh carekê bona her t’im bona guna cefa k’işand , Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê r’uh’anîda jîyînêr’a hate veger’andinê.

[19] Bi r’uh’anî çû nava wan r’uh’êd kelêda dannasîn kir,

[20] yêd ku wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir, wî zemanê Nuhda, gava gemî dihate çêkirinê. Wêda hindik, awa gotî h’eyşt nefs «nava avêda» xilaz bûn .

[21] Ew av sûretê nixumandinê bû, k’îjan niha we xilaz dike. Ew nixumandin ne ku we ji qilêra bedenê dişo, lê ji îsafa r’ih’et şe’detîk e li ber Xwedê . Ew yek bi r’abûna Îsa Mesîhe ji mirîya we xilaz dike,

[22] Yê ku çûye e’zmên, li milê Xwedêyî r’astê ye û milyak’et, h’ukumet û qudretêd r’uh’anî bin gur’a Wîda ne.

Petrûs I — Chapters