Petrûs Ii 1
[1] Ji Şimh’ûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanr’a, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:
[2] De bira k’erem û e’dilayî bi wê zanebûna Xwedê û Xudanê me Îsa li ser we zêde be.
[3] Qewata xwedêtîya Wî her tiştê ku li jîyîna xwedênasîyê dik’eve p’êşk’êşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava Wîda, Yê ku bi saya r’ûmet û qencîya Xwe gazî me kir.
[4] Bi vî awayî Ewî sozêd here mezine qîmet dane me, wekî em bi wan t’evî binyat’a xwedêtîyê bin û ji wê boş-betalîya ku ji dilhavijîyêd dinê pêşda tê bir’evin.
[5] Hema bona vê yekê her alîyava xîret kin, ser bawerîya xweda qencîyê zêde kin, ser qencîyêda zanebûnê,
[6] ser zanebûnê xwegirtinê, ser xwegirtinê sebirê, ser sebirê xwedênasîyê,
[7] ser xwedênasîyê h’uba xûşk-bira û ser h’uba xûşk-bira h’izkirinê.
[8] Çimkî heger ev şuretana nava weda hene û zêde dibin, hûn bêkêr û bêber namînin nava wê zanebûna weye hindava Xudanê me Îsa Mesîhda.
[9] Lê li cem k’ê ev şuretana t’unene, ew ç’e’vada haqas me’rim e, wekî qet nabîne û bîr kirîye ku ji gunêd xweye berê paqij bûye.
[10] Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe t’estîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, t’u car nak’evin.
[11] Bi vî awayî dergehê li ber we bi mer’danî vebe, ku bik’evine P’adşatîya h’eta-h’etayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh.
[12] Bona vê yekê ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we, çawa hûn zanin û ser wê r’astîya ku gihîştîye we jî h’îmgirtî ne.
[13] Ez vê yekê jî r’ast dibînim, wekî h’eta vî qalibîda me bînime bîra we.
[14] Çimkî zanim ku ezê zûtirekê vî qalibî ji xwe bêxim, çawa ku Xudanê me Îsa Mesîh e’lamî min kirîye.
[15] Awa ezê bikim, ku pey çûyîna minr’a jî, hûn her gav bikaribin van tişta bînine bîra xwe.
[16] Em ne ku pey ç’ilovîskîyêd hostatîye berxwederxistî k’etibûn gava me derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîhda wer’a got, lê me bi ç’e’vêd xwe mezinayîya dîndara Wî dît.
[17] Ewî ji Bav Xwedê r’ûmet û hurmet stand, gava ji wê R’ûmeta Qeşeng deng hat û got: «Ew e Kur’ê Minî delal, ji k’îjanî Ez r’azî me» .
[18] Me xwexa ev deng bihîst, gava ji e’zmên hat, hingê em t’evî Wî serê ç’îyayê buhurtî bûn.
[19] Awa gotinêd p’êxembertîyê jî bona me hê mak dibin. Qenc e wekî hûn dîna xwe bidine wan, çimkî ew mîna ç’irakê ne, ku te’rîyêda r’onayê dide, h’eta sibeh zelal be û steyrka berbir’o dilê weda derê.
[20] Lê pêşîyê vê yekê zanibin ku t’u kes xweserîxwe nikare p’êxembertîyêd nivîsarê şiroveke.
[21] Çimkî t’u p’êxembertî bi xwestina dilê meriva nehatîye dayînê, lê meriva bi r’êberîya R’uh’ê Pîroz ji Xwedêda xeber dane .