Skip to content
Opens in a new window

Yûh’enna I 5

Listen to this chapter • 3:59

[1] Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê h’iz dike, ew zar’a Wî jî h’iz dike.

[2] Bi vê yekê em zanin ku em zar’êd Xwedê h’iz dikin, gava em Xwedê h’iz dikin û t’emîyêd Wî diqedînin.

[3] Çimkî bi vê yekê em h’izkirina xwe hindava Xwedêda didine k’ifşê, gava em t’emîyêd Wî xwey dikin. Û t’emîyêd Wî ne giran in ,

[4] çimkî her kesê ku ji Xwedê bûye, dinyayê bindest dike. Û bi vî awayî em dinyayê bindest dikin, awa gotî bi bawerîya xwe.

[5] Û ew k’î ye, yê dinyayê bindest dike, pêştirî ewê ku bawer dike, ku Îsa Kur’ê Xwedê ye.

[6] Eva ye, yê ku bi xûn û avê hat, Îsa Mesîh , ne ku t’enê bi avê, lê bi xûn û avê. Û R’uh’ e, yê ku şe’detîyê dide, çimkî R’uh’ r’astî ye.

[7] Çimkî ev hersêk in, ku şe’detîyê didin:

[8] R’uh’, av û xûn. Û şe’detîya van hersêka yek e .

[9] Heger em şe’detîya meriva qebûl dikin, şe’detîya Xwedê hê zêde ye, çimkî eva şe’detîya Xwedê ye, ku bona Kur’ê Xwe şe’detî da.

[10] Yê ku bawerîya xwe Kur’ê Xwedê tîne, nava wîda ev şe’detî heye. Yê ku bawerîya xwe Xwedê nayne, ew Xwedê derew derdixe, çimkî bawerîya xwe wê şe’detîyê nayne, ya ku Xwedê bona Kur’ê Xwe şe’detî da.

[11] Û ev e şe’detî, ku Xwedê jîyîna h’eta-h’etayê da me û ev jîyîn nava Kur’ê Wîda ye .

[12] Kur’ dilê k’êda ye, jîyîna wî heye, lê Kur’ê Xwedê dilê k’êda t’une, jîyîna wî t’une.

[13] Ez van tişta wer’a dinivîsim, yêd ku bawerîya xwe navê Kur’ê Xwedê tînin, wekî hûn bizanibin jîyîna weye h’eta-h’etayê heye.

[14] Em li ber Xwedê r’ûsipî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina Wî jê bixwazin, Ew dengê me dibihê.

[15] Û heger em zanin ku ew her tiştêd ku em jê dixwazin dibihê, usa jî em zanin çi ku em jê dixwazin, emê bistînin.

[16] Heger yek bibîne ku birê wî gunek kirîye, lê nabe berbi mirinê , bira bona wî dua bike û Xwedê wê jîyînê bide wî. Ez vê yekê hindava wanda dibêjim, k’îjanêd ku gunê berbi mirinê nakin. Gune heye ku dibe berbi mirinê. Ez nabêjim, ku bona vê yekê dua bikin.

[17] H’emû neheqî gune ye, lê gune heye ku nabe berbi mirinê.

[18] Em zanin her zar’eke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe.

[19] Em zanin ku em ji Xwedê ne û t’emamîya dinyayê bin h’ukumê yê Xirabda ye.

[20] Lê em usa jî zanin ku Kur’ê Xwedê hat û fe’m da me, wekî em Yê R’ast nas bikin. Belê em nava Yê R’astda ne, çimkî em nava Kur’ê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê r’ast û jîyîna h’eta-h’etayê.

[21] Zar’okno, xwe ji p’ûtp’aristîyê xwey kin.

Yûh’enna I — Chapters