Skip to content
Opens in a new window

Yûh’enna Ii

Listen to this chapter • 2:26

[1] Ji berpirsîyarê civînê, Xanima bijartî û zar’êd wêr’a, k’îjana ku ez bi r’astîyê h’iz dikim, ne ku t’enê ez, lê ew h’emû jî, yêd ku r’astîyê nas dikin,

[2] çimkî ew r’astî nava meda dimîne û h’eta-h’etayê wê t’evî me be.

[3] De bira r’e’m, k’erem û e’dilayî ji Bav Xwedê û Îsa Mesîhê Kur’ê Bavê, bi r’astîyê û h’izkirin mer’a be.

[4] Ez p’ir’ şa bûm, ku min ji zar’êd te hinek dîtin, yêd ku nava r’astîyêda dijîn, li gora wê t’emîya ku me ji Bavê standîye.

[5] Niha ez hîvî ji te dikim, Xanimê, ez t’emîke nû ter’a nanivîsim, lê ya ku berê pêşda li me hebû, ku em h’emû hevdu h’iz bikin .

[6] H’izkirin ev e, ku em li gora t’emîyêd Wî bijîn. T’emî ew e, ya ku we hê berê pêşda bihîstîye, wekî hûn h’izkirinêda bijîn .

[7] Gelekêd ku xelqê ji r’ê derdixin hatine dinê, ew Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar nakin. Yêd aha xelqê ji r’ê derdixin û ek’sîmesîh in.

[8] Hûn haş ji xwe hebin, wekî hûn k’eda xwe unda nekin, lê heqê xwe t’emam bistînin .

[9] Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî t’une. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kur’ jî heye.

[10] Heger yek bê cem we û vê hînkirinê neyne, hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî.

[11] Çimkî k’î silavê bide wî, ew t’evî kirêd wîye xirab dibe.

[12] Gelek tiştêd mine nivîsarê wer’a hene, lê min nexwest ser k’axazê bi h’ubirê binivîsim, çimkî gumana min heye ezê xwexa bême cem we û r’û bi r’û t’evî we xeber dim, wekî eşqa me t’emam be.

[13] Zar’êd xûşka teye bijartî li te silav dikin.