Skip to content
Opens in a new window

Yûh’enna I 2

Listen to this chapter • 5:47

[1] Zar’okêd min, ez vê yekê wer’a dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye.

[2] Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku t’enê gunêd me, lê gunêd t’emamîya dinyayê jî.

[3] Bi wê yekê em zanin ku em Wî nas dikin, heger em t’emîyêd Wî xwey kin.

[4] Yê ku dibêje: «Ez Wî nas dikim», lê t’emîyêd Wî naqedîne, ew derewîn e û r’astî nava wîda t’uneye.

[5] Lê yê ku gotina Wî diqedîne, h’izkirina Xwedê r’ast nava wîda t’emam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda ne:

[6] Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît.

[7] Delalno, ne ku t’emîke nû ez wer’a dinivîsim, lê wê t’emîya kevine ku hûn berê pêşda zanin. T’emîya kevin ew xeber e, ya ku we pêşda bihîstîye .

[8] Lê belê t’emîke nû ez wer’a dinivîsim, ku r’astîya wê yekê çawa nava Wîda xuya dibe, usa jî nava weda. Çimkî te’rî derbaz dibe û r’onaya r’ast îdî r’onayê dide.

[9] Ewê ku dibêje: «Ez nava r’onayêda me», lê birê wî ber ç’e’va r’eş e, ew hela hê nava te’rîyêda ye.

[10] Ewê ku birê xwe h’iz dike, nava r’onayêda dimîne û nabe sebeb, ku hinek ji r’ê bik’evin .

[11] Lê ewê, ku birê wî ber ç’e’va r’eş e, ew nava te’rîyêda ye, nava te’rîyêda diger’e û nizane k’uda diçe, çimkî te’rîyê ç’e’vêd wî kor kirine.

[12] Ez wer’a dinivîsim, zar’okno, çimkî bi saya navê Wî gunêd we afû bûne.

[13] Ez wer’a dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda heye. Ez wer’a dinivîsim, cahilno, çimkî hûn ser yê Xirab k’etin.

[14] Ez wer’a dinivîsim xişîmno, çimkî hûn Bavê nas dikin. Ez wer’a dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda hebû. Ez wer’a dinivîsim, cahilno, çimkî hûn qewat in û xebera Xwedê nava weda dimîne û ser yê Xirab k’etine.

[15] Dinyayê h’iz nekin, ne jî wan tiştêd ku dinyayêda ne. Heger yek dinyayê h’iz dike, h’izkirina Bavê nava wîda t’une.

[16] Çimkî her tiştêd ku dinyayêda ne, dilhavijî, ç’e’vhavijî û k’ubar-babaxîya vî e’mirî ye, ew ne ji Bavê ne, lê ji vê dinyayê ne.

[17] Dinyayê jî derbaz be, havijîya wê jî, lê ewê ku e’mirê Xwedê diqedîne wê h’eta-h’etayê bimîne.

[18] Zar’no, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ek’sîmesîh wê bê, îdî gelek ek’sîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye.

[19] Hinek ji nava me derk’etin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê t’evî me bimana. Lê ew ji nava me derk’etin, ku e’yan be, ew h’emû ne ji me bûn.

[20] Lê we ji Mesîhê Pîroz R’uh’ p’êşk’êş standîye û hûn h’emû jî r’astîyê zanin.

[21] Ez wer’a nanivîsim, çawa ku hûn r’astîyê nizanin, lê çawa ku hûn wê yekê zanin, usa jî zanin ku her derew ne ji r’astîyê ye.

[22] K’î ye derewîn? Hema ew e, yê ku dibêje: «Îsa ne Mesîh e». Ew e ek’sîmesîh, yê ku Bav û Kur’ înk’ar dike.

[23] Ewê ku Kur’ înk’ar dike, heleqetîya wî t’evî Bavê t’une. Lê yê ku Kur’ îqrar dike, heleqetîya wî t’evî Bavê heye.

[24] Awa çi ku we pêşda bihîstîye, bira ew nava weda bimîne. Heger ew tiştê we pêşda bihîstîye nava weda bimîne, hûnê jî nava Kur’ û Bavêda bimînin.

[25] Û ev e ew sozê ku Wî da me, ew jîyîna h’eta-h’etayê ye.

[26] Ez vî tiştî derheqa wanda wer’a dinivîsim, yêd ku dixwazin we bixapînin.

[27] Lê çi derheqa weda ye, ew R’uh’ê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne h’ewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî R’uh’ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike r’ast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin.

[28] Belê zar’okno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew e’yan be, em ji hatina Wî venek’işin, li ber Wî şermî nemînin.

[29] Heger hûn zanin ku Ew r’ast e, usa jî zanibin her kesê ku r’astîyê dike, ew ji Wî bûye.

Yûh’enna I — Chapters