[1] Delalno, bawerîya xwe her r’uh’î neynin, lê wan r’uh’a bicêr’ibînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek p’êxemberêd derew derk’etine dinê.
[2] Hûn bi vê yekê dikarin R’uh’ê Xwedê nas bikin: Her r’uh’ê ku Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar dike, ew ji Xwedê ye.
[3] Lê her r’uh’ê ku Îsa bi xûn û goşt hatî îqrar nake, ew ne ji Xwedê ye. Ev ji ek’sîmesîh e, bona k’îjanî we bihîstibû ku wê bê û îdî ew li dinyayêda ye.
[4] Hûn ji Xwedê ne, zar’okno û hûn ser p’êxemberêd derew k’etine, çimkî Ew R’uh’ê nava weda ji wî r’uh’ê ku nava dinyayêda ye mestir e.
[5] Ew ji dinyayê ne, lema ew ji dinyayê xeber didin û dinya guhdarîya wan dike.
[6] Em ji Xwedê ne. Yê ku Xwedê nas dike, ew guhdarîya me dike. Yê ku ne ji Xwedê ye, ew guhdarîya me nake. Bi vê yekê em R’uh’ê r’astîyê û r’uh’ê ner’astîyê ji hev derdixin.
[7] Delalno, de em hevdu h’iz bikin, çimkî h’izkirin ji Xwedê ye û her kesê ku h’iz dike ew ji Xwedê bûye û Xwedê nas dike.
[8] Yê ku h’iz nake ew Xwedê nas nake, çimkî Xwedê h’izkirin e.
[9] Bi vê yekê h’izkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku Ewî Kur’ê Xweyî Tayê T’enê şande dinyayê, wekî em bi Wî bijîn.
[10] H’izkirin ev e, ne ku me Xwedê h’iz kir, lê Ewî em h’iz kirin û Kur’ê Xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me.
[11] Delalno, heger Xwedê aha em h’iz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu h’iz bikin.
[12] T’u kesî Xwedê t’u cara ne dîtîye. Heger em hevdu h’iz dikin, Xwedê nava meda dimîne û h’izkirina Wî dilê meda gihîştîye .
[13] Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda dimînin û Ew jî nava meda, çimkî Ewî ji wî R’uh’ê Xwe daye me.
[14] Me dît û em şe’detîyê didin, ku Bavê Kur’ê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.
[15] Heger yek îqrar dike ku Îsa Kur’ê Xwedê ye, Xwedê nava wîda dimîne û ew jî nava Xwedêda.
[16] Awa em wê h’izkirina Xwedêye hindava xweda nas dikin û bawer dikin. Xwedê h’izkirin e û yê ku nava h’izkirinêda dimîne, ew nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda.
[17] H’izkirin aha dilê meda gihîştîye, wekî R’oja Axretê em r’ûsipî bin, çimkî Mesîh vê dinyayêda çawa derbaz kir, usa jî em derbaz dikin .
[18] H’izkirinêda tirs t’une, lê h’izkirina gihîştî tirsê dûr dixe, çimkî tirs xweyîcefa ye û ewê ku ditirse, ew h’izkirinêda hê negihîştîye.
[19] Em h’iz dikin, çimkî Ewî pêşda em h’izkirin.
[20] Heger yek bêje: «Ez Xwedê h’iz dikim», lê birê wî ber ç’e’va r’eş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne h’iz nake, ew nikare Xwedê h’iz bike ku nabîne.
[21] Û Ewî ev t’emî daye me: Ewê ku Xwedê h’iz dike, ew gerekê birê xwe jî h’iz bike.