Skip to content
Opens in a new window

Yûh’enna I 1

Listen to this chapter • 1:53

[1] Em ser wê yekê wer’a dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi ç’e’vê xwe dît, li Wî nihêr’î û dest dane Wî: Ew Xebera jîyînê ye .

[2] Jîyîn e’yan bû, me ew dît, em şe’detîyê didin û bona wê jîyîna h’eta-h’etayê wer’a dibêjin, ya ku cem Bavê bû û meva e’yan bû .

[3] Ew tiştê ku me dît û bihîst em wer’a jî dibêjin, wekî hûn jî meva t’evgirêdayî bin û ev t’evgirêdana me jî t’evî Bav û Kur’ê Wî Îsa Mesîh e.

[4] Em van tişta wer’a dinivîsin, wekî şabûna me t’emam be.

[5] Ev e ew gotina ku me ji Wî bihîst û e’lamî we dikin, ku Xwedê r’onayî ye û t’u te’rî Wîda t’une.

[6] Heger em bêjin: «Em Xwedêva t’evgirêdayî ne», lê te’rîyêda biger’in, em derewa dikin û r’astîyê nakin.

[7] Lê heger em r’onayêda biger’in, çawa ku Ew r’onayêda ye, emê hevva t’evgirêdayî bin û xûna Îsayê Kur’ê Wî wê me ji h’emû guna paqij ke.

[8] Heger em bêjin: «Gunê me t’une», em xwexa xwe dixapînin û r’astî nava meda t’une.

[9] Lê heger em gunêd xwe bidine r’ûyê xwe, Ew xweyê sozê Xwe ye û heqîyê dike, wê gunêd me bibaxşîne û me ji h’emû neheqîya paqij ke.

[10] Heger em bêjin: «Me gune nekirîye», em Wî derewîn derdixin û xebera Wî nava meda t’une.

Yûh’enna I — Chapters