[1] Binihêr’in, Bavê em çawa h’iz kirin, wekî em zar’êd Xwedê bêne gotinê û r’ast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir .
[2] Delalno, niha em zar’êd Xwedê ne û hela hê ne e’yan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa e’yan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye.
[3] Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e.
[4] Her kesê ku gune dike, ew Qanûna Xwedê dit’er’ibîne û gune xût qanûnt’er’ibandin e.
[5] Û hûn zanin ku Mesîh bona wê yekê e’yan bû, wekî guna hilde û nava Wîda gune t’une .
[6] Her kesê ku nava Wîda dimîne, ew nava gunada namîne, lê her kesê ku nava gunada dimîne, ewî ne Ew dîtîye, ne jî nas kirîye.
[7] Zar’okno, bira t’u kes we nexapîne. Yê ku r’astîyê dike, ew yekî r’ast e, çawa Îsa r’ast e.
[8] Yê nava gunada dimîne, ew ji mîrêcin e, çimkî mîrêcin ji berê pêşda gune dike. Bona vê yekê Kur’ê Xwedê e’yan bû, wekî kirêd mîrêcin xirab ke.
[9] Her kesê ku ji Xwedê bûye, nava gunada namîne, çimkî binyat’a Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne, çimkî ji Xwedê bûye.
[10] Zar’êd Xwedê û zar’êd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku r’astîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe h’iz nake.
[11] Ev e ew gotin, ya ku we berê pêşda bihîstîye: Gerekê em hevdu h’iz bikin .
[12] Mîna Qayîn nîbin, ku ji yê Xirab bû û birê xwe kuşt. Û bona çi ew kuşt? Çimkî kirêd wî xirab bûn, lê yêd birê wî qenc .
[13] E’cêbmayî nemînin gelî xûşk-bira, heger hûn ber ç’e’vê dinyayê r’eş bin.
[14] Em zanin ku em ji mirinê derbazî jîyînê bûne, çimkî em xûşk-birayêd xwe h’iz dikin. Ewê ku h’iz nake, ew nava mirinêda dimîne.
[15] Her kesê ku birê wî ber ç’e’va r’eş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava t’u mêrkujîda jîyîna h’eta-h’etayê t’une.
[16] Em bi vê yekê h’izkirinê h’esîyan: Îsa jîyîna Xwe bona me da. Em jî gerekê jîyîna xwe bona xûşk-birayêd xwe bidin.
[17] Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe h’ewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, h’izkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne?
[18] Zar’okno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe h’iz bikin, lê bi kira û r’astîyê.
[19] Bi vê yekê emê zanibin ku em ji r’astîyê ne û bikaribin bi dilekî r’ih’et ber Xwedê bisekinin.
[20] Lê heger dilê me dîsa me neheq ke, Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane.
[21] Delalno, heger dilê me me neheq neke, em dikarin r’ûsipî ber Xwedê bisekinin.
[22] Û çi ku bixwazin, emê ji Wî bistînin, çimkî em t’emîyêd Wî diqedînin û ew tiştêd ku li Wî xweş tên, em wan dikin.
[23] Û ev e t’emîya Wî, ku em bawerîya xwe navê Kur’ê Wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu h’iz bikin, çawa ku Ewî t’emî li me kir .
[24] Û ewê ku t’emîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî R’uh’ê ku Ewî daye me.