Petrûs Ii 3
[1] Delalno, eva îdî ne’ma duda ye ez wer’a dinivîsim. Ez bi van ne’ma dikim ku fikira weye safî h’işyar kim, bînime bîra we.
[2] Dixwazim wekî hûn gotinêd p’êxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê t’emîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin.
[3] Berî her tiştî vê yekê zanibin ku r’ojêd axirîyêda merivê derên, qerfê xwe xwedênasa bikin, ewê bi xwestina dilê xwe bimeşin
[4] û wê bêjin: «K’a ew sozê hatina Wî? Bavêd me e’mirê Xwedê cî anîn çûn, lê her tişt hê ji wextê e’firandina dinyayêda usa mane».
[5] Yêd aha ku difikirin, vê yekê davêjine pişt guhê xwe, ku hê pêşda bi xebera Xwedê e’zman hebûn û e’rd ji nava avê û bi avê p’eyda bû .
[6] Û bi avê jî dinya berê nuq bû, unda bû .
[7] Lê e’rd û e’zmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê, ku bi agir unda bin. Ew bona R’oja Axretê têne hiştinê, k’îjanêda merivêd nep’ak wê unda bin her’in.
[8] Lê bira ev yek weva te’rî nemîne, delalno: Cem Xudan r’ojek mîna h’ezar salî ye û h’ezar sal jî mîna r’ojekê ye .
[9] Xudan sozê Xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze t’u kes unda be, lê dixwaze wekî h’emû ji gunekirinê veger’in.
[10] Lê R’oja hatina Xudan wê mîna dizekî bê. Hingê e’zmanê bi qûjînîya mezin betavebin û tiştêd bin p’er’ê wanda jî wê bişewitin wêran bin, dinya û her tiştêd wêda jî wê unda bin her’in .
[11] Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin her’in, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jîyîna h’elal û xwedênasîyêda bimeşin,
[12] hîvîya R’oja Xwedê bin û hatina Wî lez xin. Wê r’ojê e’zmanê bişewitin, wêran bin, agirê jî tiştêd bin p’er’ê wêda bih’elîne.
[13] Lê em hîvîya e’rdekî nû û e’zmanêd nû ne, li gora sozê Wî, k’îjanada heqîyê bimîne.
[14] Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlek’e û bêqusûr e’dilayîyêda t’evî Xwe bibîne.
[15] Sebira Xudanê me xilazbûn h’esab kin, çawa Pawlosê birê meyî delal jî bi wê serwaxtîya ku ji Xwedêda jêr’a hatîye dayînê, wer’a nivîsî.
[16] H’emû ne’mêd xweda jî ew bona van tişta xeber dide. Wanda çend tişt hene ku ze’met têne fe’mkirinê, ku yêd nezane bêbingeh şaş şirovedikin, usa jî nivîsarêd pîroze mayîn û xwexa dibine bayîsê serê xwe.
[17] Awa delalno, hê berêda hûn ku vê yekê zanin, haş ji xwe hebin, ku nebe hûn bi xalifandina merivêd bêolîtîyê ji r’ê derk’evin û ji cîyê xweyî şidîyayî bik’evin.
[18] Lê k’erem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîr’a, niha û h’eta h’etayê! Amîn.