Skip to content
Opens in a new window

Fîlîpî 4

Listen to this chapter • 4:01

[1] Niha xûşk-birayêd mine şîrin û h’eyran, hûn in şabûn û k’ofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin.

[2] Ez hîvî ji Eyodîyayê dikim û hîvî ji Sintîxayê dikim, çawa t’evî Xudan yekbûyî bira li hev bên.

[3] Belê ez hîvî ji te jî dikim hevalbarê minî amin, tu jî alî wan k’ulfeta bike. Evana t’evî min xebata Mizgînîdayînêda xûdan r’êtine, usa jî t’evî Klêmês û heval-xebatêd mine mayîn, ku navêd k’îjana k’itêba jîyînêda nivîsar in.

[4] T’imê pê Xudan şa bin, dîsa dibêjim t’imê şa bin!

[5] Bira berbihêrîya we h’emû merivava e’yan be. Xudan nêzîk e .

[6] Bona t’u tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, r’azîbûnêva t’evayî, Xwedêva e’yan be.

[7] Û e’dilayîya Xwedê ku ji her h’iş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektîya Mesîh Îsada xwey ke.

[8] Heyneser xûşk-birano, çi ku bi r’astîyê ye, çi ku bi maqûltîyê ye, çi ku bi heqîyê ye, çi ku bi h’elalîyê ye, çi ku bi xweşîyê ye, çi ku bi firasetîyê ye û her tiştêd ku e’silî û layîqî qencgotinê ne, ser van tişta bifikirin.

[9] Hûn ji min çi hîn bûn, we çi stand, çi bihîst û çi dît wê yekê bikin û Xwedêyê e’dilayîyê wê t’evî we be.

[10] Ez bi saya Xudan gelekî şa me, ku we pey haqas wextr’a ez bîr anîm, bona min xem xwar. Belê we dikir jî, lê mecal nedik’ete we.

[11] Ne ku ez h’ewcê tiştekî me ku vê yekê wer’a dibêjim. Ez hîn bûme, ku h’emû h’alîda r’azî bim.

[12] T’unebûnê zanim, hebûnê zanim, ez her alîyîda û her h’alîda ser vê sur’ê vebûme û hîn bûme ku r’azî bim, heger t’êr bim, heger bir’çî, yan hebûnêda bim yan jî t’unebûnêda.

[13] Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min.

[14] Lê we qenc kir, ku tengasîya minda k’omek da min.

[15] Û belê hûn jî zanin gelî fîlîpîya, ku ji serê dannasînîya Mizgînîyêda gava ez ji Mekedonyayê derk’etim, t’u civînê t’evk’arîyêda destê xwe dirêjî min nekir, pêştirî we.

[16] Çimkî carekê-duda ew tiştêd minr’a kêrhatî we h’eta T’êsalonîkîyê jî şandin .

[17] Ez ne ku tiştekî p’êşk’êş dixwazim, lê dixwazim ku k’ar ser h’esabê weda zêde be.

[18] Min her tişt standîye û nava hebûnêda me. Ew tiştêd ku we bi destê Êpafrodîto minr’a şandine ew besî min in. Ew dayîna we bîneke xweş e, h’edîya qebûl û li Xwedê xweş e.

[19] Û Xwedêyê min wê h’emû kêmasîyêd we pê wê xizna Xweye r’ûmete ji Mesîh Îsa t’ijî ke.

[20] Awa şikir ji Xwedê û Bavê me, h’eta-h’etayê! Amîn.

[21] T’emamîya cime’ta Xwedêye p’ara Mesîh Îsa silav kin. Ew birayêd ku t’evî min in li we silav dikin.

[22] T’emamîya cime’ta Xwedê li we silav dike, îlahî ewêd ku ji mala Qeyser in.

[23] K’erema Xudan Îsa Mesîh t’evî r’uh’ê we be .

Fîlîpî — Chapters