Fîlîpî 2
[1] Awa heger t’evbûna weye t’evî Mesîh bîna ber we ye, heger h’izkirina Wî dil dide ber we, heger R’uh’ê Pîroz we dike yek , heger dilşewatî û r’e’ma we heye,
[2] eşqa dilê min bi t’ifaqa xwe hûn bigihînine sêrî: Bira ew h’izkirina nava weda be û ser nêt û fikirekê bin.
[3] Tiştekî bi hevr’ik’îyê nekin û li navê xwe neger’in, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwer’a bigire.
[4] T’enê li k’ara xwe neger’in, lê bira her kes li k’ara hevalê xwe jî biger’e.
[5] Mesîh Îsa ser çi nêt-fikirê bû, ji we her kes jî usa bifikire:
[6] Ew ku binyat’a Xweda Xwedê bû, pey wê yekê nek’et, ku bima weke Xwedê,
[7] lê Xwexa Xwe şkênand, k’ete binyat’a xulamekî û bû mîna meriva, k’ete dilqê însên.
[8] Ewî Xwe nimiz kir, h’eta mirinêr’a jî qayl bû, ew jî mirina ser xaçê.
[9] Bona vê yekê Xwedê Ew hê bilind kir û navekî usa p’êşk’êşî Wî kir, ku ji h’emû nava bilindtir e,
[10] wekî her çok li ber navê Îsa bitewe, heger li e’zmên be, heger ser dinê be, heger li dîyarê mirîya be
[11] û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona r’ûmeta Bav Xwedê .
[12] Awa delalîyêd minno, çawa ez nava weda bûm hûn t’imê guhdar bûn, niha hê gelekî guhdar bin, gava ne nava weda me. Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin, ku wê yekê bigihînine sêrî,
[13] çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê.
[14] Her tiştî bê bîntengî û bê şer’ û de’w bikin,
[15] wekî hûn nava vî nisilê neheq û xalifîda bêlek’e û bêqusûr, zar’êd Xwedêye bêsûc bin. Nava vanda şewq bidin mîna r’onayêd e’zmana ,
[16] çawa yêd xebera jîyînê hilgirtî. Ezê hingê R’oja hatina Mesîh r’ûspî bim, ku badîhewa nebezîme û badîhewa nexebitîme.
[17] Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê r’êtinê, ya ku xizmetk’arîya weda çawa qurban Xwedêr’a tê dayînê, ezê şa bim û t’evî eşqa we bim.
[18] Usa jî hûn şa bin, t’evî eşqa min bin.
[19] Gumana min ser Îsa Xudan heye, ku ezê zûtirekê Tîmot’êyo ser weda bişînim, ku dilê min r’ih’et be, gava ez h’alê we pê bih’esim.
[20] Ez dilê xwer’a yekî mîna wî nabînim, ku bona h’alê we mîna pêşewitîkî xem bixwe.
[21] Çimkî yêd mayîn her kes li pey k’ara xwe k’etîye, ne ku ya Îsa Mesîh.
[22] Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêr’ibandî ye û xwexa t’evî min Mizgînîdayînêr’a usa xizmetî kir, çawa kur’ bavêr’a.
[23] Awa nêta min heye, ku ez ewî zû bişînime cem we, gava ez haş ji h’al-h’ewalê xwe hebim.
[24] Û ez Xudanda guman im, ku ezê xwexa jî zûtirekê ser weda bêm.
[25] Lê min usa r’ê têr’a dît, wekî ez wî birayê me Êpafrodîto bişînime cem we, yê ku t’evî min xebitî û şer’ê xwe kir, k’îjan we şandibû ku k’omek bida min.
[26] Ewî jî gelekî bîra we kirîye û ber xwe dik’eve, wekî we bona nexweşîya wî bihîstîye.
[27] R’astî jî ew nexweş k’et, çû ber derê mirinê. Lê Xwedê li wî hate r’e’mê, ne ku t’enê li wî, lê usa jî li min, wekî ser k’ederê k’eder ser minda neyê.
[28] Bona vê yekê ez wî bi dil dişînim, wekî hûn wî bibînin, dîsa şa bin û ez ber xwe nek’evim.
[29] Awa bona xatirê navê Xudan ewî bi t’emamîya eşqa dilê xwe qebûl kin. Qedirê yêd mîna wî giran bigirin,
[30] çimkî ew bona şixulê Mesîh h’eta ber derê mirinê jî çû û destê xwe ji e’mirê xwe jî k’işand, wekî dewsa wê xizmetk’arîya ku weyê minr’a bikira ewî xwexa bikira.