Skip to content
Opens in a new window

Fîlîpî 3

Listen to this chapter • 3:56

[1] Heyneser xûşk-birayêd min, bi Xudan şa bin! Ez aciz nabim ku dîsa wan tişta wer’a dinivîsim, lê ew bona bêxofîya we ye.

[2] H’evza xwe ji «se-kûç’ika» bikin, h’evza xwe ji p’alêd xirab bikin, h’evza xwe ji wan bikin, yêd ku qalib dibir’in, sinet dikin.

[3] Çimkî sinetîya r’ast ya me ye, ku bi R’uh’ê Xwedê em dih’ebînin û bi Mesîh Îsa difir’in. Gumana me ne ser nav-nîşanêd qalib e,

[4] lê r’ast bêjim ez dikarim gumana xwe bidime ser wan nav-nîşanêd qalib. Heger yek difikire, ku gumana wî ser qalib heye, ya min hê zêde heye.

[5] R’oja h’eyşta sinet bûme, ji r’ik’inyata Îsraêl im, ji qebîla Binyamîn, îbranî me û kur’ê îbranîya, alîyê Qanûnêda fêrisî ,

[6] min k’erbî xîretê civîna Xwedê dizêrand, hindava wê r’astbûna ku ji Qanûnê tê ez bêlek’e bûm .

[7] Lê çi ku k’ara min bû, min bona Mesîh zîyan h’esab kirîye.

[8] Û serda jî ez her tiştî zîyan h’esab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku k’ara ser k’ara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar h’esab dikim, wekî Mesîh qazinc kim

[9] û t’evî Wî bibime yek. Îdî ev r’astîya min, ne ku ji qanûnqedandina min tê, lê ji Xwedê ye, ya ku h’îmê wê ji bawerîya ser Mesîh e.

[10] Ez dixwazim Wî û qewata r’abûna Wîye ji mirinê nas kim û t’evî cefayêd Wî bim, bik’evime h’alê mirina Wî,

[11] ku bi awayîkî bikaribim bigihîjime r’abûna mirîya.

[12] Ez nabêjim ku ez îdî gihîştime meremê xwe yan jî îdî k’amil bûme, lê ez pey k’etime, ku wê xelatê qazinc kim, bona k’îjanê Mesîh Îsa ez qazinc kirime.

[13] Xûşk-birano, ez xwe h’esab nakim, ku min ew yek qazinc kirîye, lê serî ew e, ku ez tiştêd pişt xweva hiştî bîr bikim, xwe bavêjime yêd pêşîya xwe,

[14] dice’dînim bigihîjime meremê xwe, wê lecxelata jorçûyînê, awa gotî gazîya Xwedêye bi saya Mesîh Îsa bistînim.

[15] Awa ji me h’emûya, îdî k’î «gihîştî» ye, gerekê aha bifikire. Lê heger tiştekî din jî dilê weda hebe, ewê yekê jî Xwedê wê ber we veke.

[16] Lê t’enê em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn.

[17] Ç’e’v bidine min xûşk-birano û dîna xwe bidine wan, yêd ku usa xwe xwey dikin, çawa ku me bi r’abûn-r’ûniştina xwe nîşanî we kirîye .

[18] Çimkî gelek jîyîna xweda dijminêd xaçê Mesîh in, bona k’îjana min gelek cara wer’a gotîye, niha jî bi girî dibêjim.

[19] Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî r’ûmeta wan e. Ewana t’enê ser tiştêd vê dinê difikirin.

[20] Lê welatê me li e’zmana ye, ji k’u em ç’e’vnihêr’îya Xilazkir, Xudan Îsa Mesîh in.

[21] Ewê qalibê meye t’engezar biguhêze û bike mîna qalibê Xweyî xweyîr’ûmet, bi wê qewata ku dikare her tiştî bike bindestê Xwe.

Fîlîpî — Chapters