Skip to content
Opens in a new window

Kolosî 1

Listen to this chapter • 5:32

[1] Ji Pawlosê bi e’mirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û ji Tîmot’êyoyê bira,

[2] cime’ta Xwedêr’a, wan xûşk-birayêd amine yektîya Mesîhda ku Kolosyayêda dimînin: De bira k’erem û e’dilayîya Xwedêyê Bavê me li we be.

[3] Em t’imê gava bona we dua dikin, şikirîya xwe li Xwedêyê Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh tînin,

[4] çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê h’izkirina weye hindava t’emamîya cime’ta Xwedêda bihîstîye.

[5] Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku e’zmanada wer’a tê xweyîkirinê, bona k’îjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye r’ast

[6] gihîşte we. Û ew Mizgînî t’emamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê r’ojêda, gava we bihîst û k’erema Xwedê t’emamîya r’astîya wêva nas kir.

[7] Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî h’izkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e.

[8] Ewî bona wê h’izkirina ku R’uh’ daye we mer’a got.

[9] Bona wê yekê jî ji wê r’ojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nek’işandîye, wekî hûn zanebûna e’mirê Xwedêda gihîştî bin, bi h’emû serwaxtî û zanebûna r’uh’anîva t’ijî bin,

[10] wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.

[11] Bira hûn anegorî t’emamîya wê qewata Wîye ku ji zorayîya Wîye xweyîr’ûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin. Bi eşq

[12] şikirîya xwe bidine Bavê , ku hûn layîqî vê yekê kirine, wekî hûn P’adşatîya r’onayêda t’evî cime’ta Wî bibine xweyîp’ar.

[13] Ewî em ji h’ukumetîya te’rîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî P’adşatîya Kur’ê Xweyî h’izkirî kirin,

[14] pê k’îjanî em aza bûn, awa gotî me baxşandina guna stand .

[15] Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, Ew Nixurîyê ser h’emû e’firînar’a .

[16] Çimkî bi destê Wî her tiştêd li e’rd û e’zmana e’firîne, çi ku xuya dibin, çi ku xuya nabin, heger k’ursî yan xudantî bin, heger serwêrtî yan h’ukumetî bin, her tişt bi destê Wî û bona Wî e’firîne.

[17] Ew berî her tiştî hebû û her tişt bi saya serê Wî cîyê xweda dimînin.

[18] Ew e serê Bedenê, awa gotî serê civînê, destpêbûna wê û nixurîyê ji nava mirîya , wekî her tiştîda Ew bibe Yê pêş.

[19] Çimkî li Xwedê xweş hat, ku t’emamîya binyat’a xwedêtîyê nava Wîda be

[20] û bi Wî her tiştî t’evî Xwe li hev bîne, heger li ser e’rdê be, yan jî li e’zmana be , bi wê xûna Wîye ser xaçê r’ijîyayî e’dilayîyê bike.

[21] Hûn jî ku wextekê ji dest fikir û kirinêd xweye xirab, xerîb û neyarêd Xwedê bûn,

[22] lê niha Ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn t’evî Xwe li hev anîn, wekî we li ber Xwe pîroz, bêlek’e û bêsûc bide sekinandinê.

[23] Lê t’enê gerekê hûn bawerîyêda h’îmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nek’evin, ya ku we bihîst û wan h’emûyar’a, yêd ku bin p’er’ê e’zmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.

[24] Ez niha van cefayêd xweda, k’îjana ku bona we dik’işînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, t’emam dikim.

[25] Ez wê civînêr’a bûme berdestî, ev yek alîyê Xwedêda çawa deyn k’ete stûyê min, wekî gotina Xwedê t’emamîyê pêva bigihînime we,

[26] ew sur’a ku ji dewr û qur’nada veşartî bû, lê niha cime’ta Wîva e’yan bû.

[27] Xwedê xwest li ber cime’ta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîr’ûmet vê sur’êda bona h’emû mileta heye. Û ew sur’ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku p’ara r’ûmetê bin.

[28] Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi h’emû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.

[29] Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şer’ê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike.

Kolosî — Chapters