Skip to content
Opens in a new window

Ûnis 3

[1] Xebera Xudan cara duda Ûnisrʼa hat û got:

[2] «Rʼabe herʼe bajarê Nînewaya mezin wê yekê nava wêda dannasîn ke, çi ku ez terʼa dibêjim».

[3] Hingê Ûnis li gora gotina Xudan rʼabû çû Nînewayê. Nînewa jî bajarekî bêhʼesab mezin bû, miskʼenê wê weke rʼîya sê rʼoja bû.

[4] Ûnis rʼabû kʼete bajêr, rʼîya rʼojekê qedand, dannasîn dikir û digot: «Hela hê çil rʼoj heye, ku Nînewa wêran be».

[5] Binalîyêd Nînewayê bawerîya xwe Xwedê anîn, qirar kirin ku rʼojî bigirin û ji çʼûka hʼeta mezina kʼurx li xwe kirin.

[6] Gava ev deng kʼete guhê pʼadşê Nînewayê, ew ji ser tʼextê xwe rʼabû û çuxê li ser xwe êxist, kʼurx li xwe kir û li nava kʼozîyêda rʼûnişt.

[7] Nav Nînewayêda deng da belakirinê û got: «Anegorî gotina pʼadşê û giregira, bira meriv û hʼeywan, pez û dewar tʼu tiştî teʼm nekin, neçʼêrin ne jî vexwin.

[8] Bira meriv û hʼeywan kʼurx li xwekin û bikin zarîn gazî Xudan kin. Bira her meriv ji rʼîya xweye xirab vegerʼe û destê xwe ji hʼeramîyê bikʼişîne.

[9] Kʼî zane? Belkî Xudan gotina xwe biguhêze û li me vegerʼe, wekî hêrsa wî li me dayne, ku em unda nebin».

[10] Gava Xwedê ev kirina wan dît, ku ew ji rʼîya xweye xirab vegerʼîyan, Xwedê bona wê xezeba ku gotibû wê banîya li serê wan, gotina xwe guhast û ew yek ne anî li serê wan.

Ûnis — Chapters