Skip to content
Opens in a new window

Ûnis 2

[1] Hingê Xudan eʼmirî li ser hʼûtekî kir ku Ûnis daqurtîne û Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma.

[2] Pey vê yekêrʼa Ûnis zikê hʼûtda gazî Xudan Xwedê xwe kir.

[3] Û got: «Min tengasîya xweda gazî Xudan kir û wî caba min da, ji zikê dîyarê mirîyada hewar kir û te dengê min bihîst.

[4] Te ez avîtime nav dilê kʼûrayîya beʼrê û hʼejêd ava ez nixamtim, hʼemû avêd te pêlêd wanva li ser minrʼa çûn.

[5] Hingê min got: ‹Ez ji ber çʼeʼvêd te hatime avîtinê, lê belê ezê dîsa bibînim pʼaristgeha teye pîroz›.

[6] Ava ez mina kirim û bîn li min diçʼikîya, kʼûrayîya beʼrê ez nixamtim û gîhayê beʼrê li serê min pʼêçʼîya.

[7] Hʼeta rʼikʼinê çʼîya ez çûme xarê, eʼrdê çawa axilê hʼeta hʼetayê dora min girtibû. Lê tê eʼmirê min ji gorʼistên derxî, Xudan Xwedêyê min.

[8] Gava ez kʼetime li ber rʼuhʼ, Xudan min tu bîr anî û duayê min gihîşte pʼaristgeha teye pîroz.

[9] Ewêd ku pey tiştêd pʼûçʼe derew dikʼevin, ew dest ji yê xweyî rʼeʼm û kʼerem dikʼişînin.

[10] Lê ezê bi dengê şikirdarîyê qurbanê terʼa bidim û çi min soz daye jî ezê bînime sêrî. Xilazbûn tʼenê ji destê Xudan e».

[11] Û hingê Xudan eʼmir li hʼût kir, hʼût kire hoqîn Ûnis avîte bejê.

Ûnis — Chapters