[1] Lê vê yekê zanibe ku r’ojêd axirîyêda zemanêd xirab wê bên.
[2] Merivê bibine xweh’iz, p’ereh’iz, k’ubar, babax, buxdanbêj, ne gur’a dê-bavada, bêşêkir, h’eram,
[3] dilsar, bêr’e’m, buxdanbêj, temsist, zulmk’ar, neyarêd qencîyê,
[4] nemam, berzeq, xwer’azî, r’ih’etîh’iz, ne ku Xwedêh’iz.
[5] P’işkê xwedênasîyê wê li wan k’eve, lê wê qewata wê înk’ar kin. Tu xwe ji yêd aha dûr bigire.
[6] Ji nava vanda yêd usa hene, ku xwe vedidizine mala, k’ulfetêd ser’aye bin barêd gunada şewitî dikine hêsîr, yêd ku bi cûr’e-cûr’e temêd xirabva têne birinê.
[7] Ev k’ulfetana her gav hîn dibin, lê t’u car nikarin r’astîyê nas kin.
[8] Çawa Yanîs û Yambrîs miqabilî Mûsa bûn, usa jî ev merivana miqabilî r’astîyê disekinin, merivne bi fikirêd xweda şûna r’eşva çûyî, bawerîyêda jî bêkêr in .
[9] Lê gelekî wê pêşda neçin, çimkî bêfe’mîya wan wê h’emûyava e’yan be, çawa ya wan her duya bû.
[10] Lê te nasîya xwe daye hînkirin, r’abûn-r’ûniştin û nêt-meremê min, bawerî, sebir û h’izkirina min, bînfireyî,
[11] zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin k’işandin! Lê Xudan ez ji h’emûya xilaz kirim .
[12] Belê her kesê ku dixwaze yektîya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê
[13] û merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabîyêda pêşda her’in, bixalifînin û bixalifin.
[14] Lê tu, nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û wê bawerîyêda jî guman bûyî. Tu zanî ji k’îjana hîn bûyî,
[15] usa jî tu ji zar’otîya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî.
[16] T’emamîya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, r’astkirinê û şîretkirina jîyîna heqîyêda,
[17] wekî merivê Xwedê bêkêmasî be, bona h’emû kirinêd qenc hazir sekinî be.