Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 3:31

[1] Awa li ber Xwedê û wî Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zêndîya bike, ez bi camêrî dibêjim, tu li wê hatin û P’adşatîya Wî kî:

[2] Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi t’emamîya sebirê hîn ke.

[3] Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwer’a wan dersdara serhev t’op kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin.

[4] Wê guhê xwe ji r’astîyê dager’înin û pey ç’ilovîskîya k’evin.

[5] Lêtu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.

[6] Çimkî ez xwexa qurbanbûnêr’a îdî ser r’oj-r’oja me û wextê çûyîna min pêr’a gihîştîye.

[7] Lecêda ez qenc r’evîm, min r’îya xwe qedand, bawerî xwey kir.

[8] Û niha minr’a dimîne k’ofîya heqîyêye serk’etinê, ya ku Xudan, H’akimê r’ast wê bide min wê r’ojê û ne t’enê min, lê wan h’emûya jî, yêd ku bi h’izkirinê h’eyra xuyabûna Wîda ne.

[9] Bike ku zû bêyî cem min.

[10] Dîmas ku dinya h’iz kir ez hiştim û çû T’êsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.

[11] T’enê Lûqa cem min maye. Marqos hilde t’evî xwe bîne, çimkî vî qulixîda ew kêrî min tê.

[12] Tixîko, min şande Efesê.

[13] Tu gava bêyî, wî qap’ûtê ku min Troyayêda cem Karpos hişt, t’evî xwe bîne, usa jî k’itêbêd gulomatk, îlahî yêd ç’erm.

[14] Skenderê h’edad gelek xirabî li min kir. Xudan wê weke kirinêd wî bîne pêşîya wî.

[15] Tu jî h’evza xwe ji wî bike, çimkî gelekî li ber gotina me r’abû.

[16] Cara pêşin, gava ez li ber dîwanê sekinîm, kesekî pişta min negirt, h’emûya ez hiştim çûn. Bira ev yek wanr’a gune neyê h’esabê!

[17] Lê Xudan t’evî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û h’emû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.

[18] Xudan wê min ji her kirêd xirab xilaz ke û sax-silamet bigihîne P’adşatîya Xweye e’zmana. Şikir ji Wîr’a h’eta-h’etayê. Amîn.

[19] Silavê bide Priskîlayê û Akîla, usa jî mala Onîsîforo,

[20] Êrasto li Korint’ê ma, Trofîmo jî, min li Mîletosê nexweş hişt.

[21] Bike ku berî zivistanê bêyî. Eybûlo, Pûdês, Lînos, Klawdîya û h’emû xûşk-bira li te silav dikin.

[22] Xudan t’evî r’uh’ê te be. K’erema Xwedê wer’a be.

Tîmot’êyo Ii — Chapters