[1] Awa lawê min, bi wê k’erema meye ku yektîya Mesîh Îsada ye qewat be.
[2] Û ew tiştêd ku te li ber gelek şe’da ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.
[3] Awa t’evî cefê me be, mîna eskerê Mesîh Îsayî qenc.
[4] T’u esker şixulê binelîtîyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê.
[5] Leck’arek jî k’ofîyê nastîne, heger li gora qeyde nek’eve lecê.
[6] Û cotk’ar, ku cefê dik’işîne, gerekê ew pêşin ji berêd e’rdê te’m ke.
[7] Bizanibe ez çi dibêjim, çimkî Xudan her tiştîda h’iş-aqil wê bide te.
[8] Bîr bîne wî Îsa Mesîhê ji mirinê r’akirî, ji zur’eta Dawid, li gora wê Mizgînîya ez dannasîn dikim.
[9] Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, h’eta mîna zulmk’arekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.
[10] Lema ez her tiştî teyax dikim, bona xatirê bijartîya, ku ew jî wê xilazbûna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bistînin, bi r’ûmeta h’eta-h’etayêva t’evayî.
[11] Vê gotinêda xêlif t’une: Heger em t’evî Wî mirin, emê t’evî Wî bijîn jî.
[12] Heger em teyax kin, emê p’adşatîyê jî t’evî Wî bikin. Heger em Wî înk’ar kin, Ewê jî me înk’ar ke .
[13] Heger em amin nemînin, Ewê amin bimîne, çimkî Ew nikare Xwe înk’ar ke .
[14] Van tişta bîne bîra cime’tê, li ber Xwedê bike deynê stûyê wan, ku ser xebera hevr’a nek’evine de’wê. Ew kêrî t’u kesî nayê, t’enê mala guhdara xirab dike.
[15] Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, p’alekî usa ku şerm nekî, xebera r’astîyê r’ast şirovekî.
[16] Lê ji xeberdanêd h’erame p’ûç’ xwe dûr bigire, çimkî evêd ku xwe dane vê yekê, wê hê nep’akîyêda pêşda her’in
[17] û xeberêd wan mîna xiş-xişê p’enc dide. Hûmenayo û Filîto jî ji wan in,
[18] yêd ku ji r’astîyê xalifîne û dibêjin, ku r’abûna mirîya îdî bûye û bawerîya hineka dever’û dikin.
[19] Lê belê h’îmê ku Xwedê danî qedîm dimîne û ev mor ser e: «Xudan yêd p’ara Xwe nas dike» û «Her kesêd ku navê Xudan hildane ser xwe, bira ew ji neheqîyê dûr bin».
[20] Maleke mezinda ne ku t’enê derdanêd zêr’ û zîv hene, lê yêd ji dar û h’er’îyê jî hene, hinek bona derecêd bilind in, hinek jî bona derecêd nimiz.
[21] Awa heger yek xwe ji wan tiştêd necayîz paqij ke, ewê bibe derdaneke dereca bilind, buhurtî-jibare, kêrî xweyê xwe hatî, bona her derecêd qencda hazir.
[22] Ji dilxwestinêd cahiltîyê bir’eve, xwe li heqîyê, bawerîyê, h’izkirinê, e’dilayîyê bigire, t’evî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin.
[23] Tu xwe ji de’w-dozêd axmaxe bêfe’m dûr bigire, çimkî tu zanî ku şer’ ji wan pêşda tên.
[24] Li xulamê Xudan nak’eve, ku şer’ bike, lê hindava h’emûyada berbihêr be, bikaribe hîn ke û bînfire be,
[25] bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê veger’in û r’astîyê nas kin.
[26] Hingê ewê ser h’işê xweda bên, ji t’eleka wî mîrêcin xilaz bin, k’îjanî ew girtine, ku e’mirê wî biqedînin.