Skip to content
Opens in a new window

Rût 2

[1] Pismamekî malmêranê Nahomîyê hebû. Eva ji rʼikʼinyata Elîmelex bû, yekî xweyîhebûk, bi nav û deng bû, navê wî Bowaz bû.

[2] Rʼûtʼa Mowabî gote Nahomîyê: «Ez herʼime nava zevîya, dilê kʼê li ser min bêşe, ez pey wî herʼim simbila tʼop kim». Ewê gote wê: «Herʼe qîza min».

[3] Û Rʼûtʼ çû kʼete zevîkê, pey nandirûya simbil tʼop kirin. Û jêrʼa usa lihev hatibû, ku ew kʼetibû zevîya Bowazê ji rʼikʼinyata Elîmelex.

[4] Awa Bowaz ji Beytlehʼmê hat gote nandirûya: «Xudan qewata werʼa be!» Wana lê vegerʼand û got: «Bira Xudan dua li te bike!»

[5] Hingê Bowaz ji xulamê ku çawa serwêr li ser nandirûya kʼifş kiribû pirsî: «Eva qîza kʼê ye?»

[6] Xulamê serwêrê nandirûya lê vegerʼand û got: «Eva qîzika Mowabî ye, ya ku tʼevî Nahomîyê ji eʼrdê Mowabîyê vegerʼîyaye hatîye.

[7] Evê gote me: ‹Îzina we hebe ku ez pey nandirûya simbila biçinim û ji nava qewşada jî tʼop kim›. Vê sibê zûva eva hatîye û hʼeta niha ew li vir e, qet neçûye malê rʼihʼet be jî».

[8] Hingê Bowaz gote Rʼûtʼê: «Bibihê qîza min, neçî eʼrdê xelqêda tʼop nekî û ji vir jî dûr nekʼevî, lê li vir cem carîyêd min bimînî.

[9] Dîna xwe bide wê zevîya ku ew didirûn û li pey wan herʼe. Min bona te tʼemî daye xulama, ku qedirê te nakʼevin. Gava tʼîbî jî, nêzîkî derdana bî û ji ava xulama kʼişandî vexwî».

[10] Rʼûtʼ deverʼûya çû eʼrdê û li ber ta bû gotê: «Eva ji çîye ku dilê te haqasî li ser min dêşe û bona min jî haqasî pirs pirsîyara dikî? Ne ez yeke xerîb im?»

[11] Hingê Bowaz lê vegerʼand û gotê: «Pey mirina mêrê xwerʼa, te çi qencî xwesîya xwerʼa kirîye, hʼemû kirinêd te minrʼa gilî kirine. Usa jî eʼyan e ku te çawa dê û bavê xwe û welatê xwe hiştîye û hatî gihîştî wê cimeʼtê, kʼîjan ku te pêşda nas nedikir.

[12] Bira weke kirina te Xudan bîne pêşîya te û bira Xudan Xwedêyê Îsraêl li ser teda bibarîne, wekî tu hatî bin pʼerʼê wîda sitʼarekê bibînî».

[13] Hingê Rʼûtʼê gotê: «Xweyê min, ez dibînim ku dilê te li ser min dişewite, çimkî tu ber dilê minda hatî û te tʼevî carîya xwe şîrin şîrin xeber da, lê rʼast ez weke carîke te jî nînim».

[14] Bowaz wextê nanxwarinê gote wê: «Kʼerem ke ser nên û peʼrîyê xwe sirkêda ke». Rʼûtʼ tʼevî nandirûya rʼûnişt. Ewî firîkêd qelandî dane wê, ewê xwar tʼêr bû û ber jî ma.

[15] Gav ewa rʼabû çû simbila tʼop ke, Bowaz tʼemî da xulamêd xwe û got: «Bira ew ji nav qewşada jî tʼop ke û wê nedine şermê.

[16] Bona xatirê wê ji qewşa jî bavêjine eʼrdê û bihêlin bira tʼop ke, bêxatirîya wê nekin».

[17] Ewê hʼeta berê êvarê wê zevîyêda tʼop kir û gava ew kʼuta, bû tʼorpe ceh.

[18] Rʼûtʼê tʼorpê xwe hilda çû bajêr û xwesîya wê ew cehê wêyî tʼopkirî dît, hingê Rʼûtʼê ew bermayîê ji wî xurekê ku pê tʼêr bibû jî derxist da wê.

[19] Hingê xwesîyê jê pirsî û gotê: «Îro te ji kʼu tʼop kirîye û li kʼu xebitî yî? Bira dua li wî be, yê ku terʼa kirîye qencî». Hingê ewê xwesîya xwerʼa gilî kir, ku cem kʼê xebitîye û got: «Navê wî merivê ku ez îro cem wî xebitîme Bowaz e».

[20] Nahomîyê gote bûka xwe: «Bira duayê Xudan li wî be, ku ewî pişta xwe neda mirî û zêndîya». Nahomîyê gote wê: «Ew meriva yekî ji rʼikʼinyata me ye, pismamekî meyî nêzîk e, gerekê alî me bike ».

[21] Hingê Rʼûtʼa Mowabî got: «Ewî usa jî gote min: ‹Ji xulamêd min dûr nekʼevî, hʼeta ku ew nandirûna min xilaz nekin›».

[22] Nahomîyê bûka xwe Rʼûtʼrʼa got: «Qenc e qîza min, ku tu tʼevî carîyêd wî herʼî bêyî û te nava eʼrdê xelqêda nebînin».

[23] Rʼûtʼ ji carîyêd Bowaz dûr nekʼet, hʼeta xilazîya cehdirûn û genimdirûnê simbil tʼop dikirin û li cem xwesîya xwe jî dima.

Rût — Chapters