[1] Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, bona hatina Xudanê me Îsa Mesîh û t’opbûna meye cem Wî ,
[2] hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê p’êxembertîyê, ne pê gotinê, ne jî pê ne’ma yançîye me nivîsîbe: «Va ye R’oja Xudan îdî hatîye» .
[3] Bira t’u kes we t’u tiştîva nexapîne, çimkî ew R’oj nayê, h’eta ku r’aberîbûn pêşda neyê û ew Merivê Neheqîyêyî p’ara ce’nimê k’ifş nebe.
[4] Ewê miqabilî her tiştêd ku xwedê têne h’esabê yan têne h’ebandinê bisekine û xwe ser her tiştîr’a bigire, h’eta ku p’aristgeha Xwedêda jî wê r’ûnê û e’lam ke, ku xwexa Xwedê ye .
[5] Gelo nayê bîra we, gava ezî hê cem we bûm, min ev tiştana wer’a digotin?
[6] Û hûn zanin ku niha çi nahêle ew xuya be, wekî ew wextê k’ifşkirîda xuya be.
[7] Çimkî Sur’a Neheqîyê îdî ya xwe dike, lê ewê ku niha nahêle, wê nehêle h’eta ku xwexa ji navê bê hildanê.
[8] Û paşê Ewê Neheqîyê wê k’ifş be, ku Xudan Îsayê bi hulma devê Xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa Xweva wî k’uta ke .
[9] Hatina Yê Neheqîyê wê bi qewata mîrêcin be, h’eta h’unurê wî hebe wê nîşan û k’eremetêd derew bike
[10] û yêd ku unda dibin bi her cûr’e neheqîya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana r’astî h’iz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin.
[11] Lema jî Xwedê xalifandineke zor ser wanda dişîne, ku ew derewîyê bawer bikin,
[12] wekî dîwana wan her kesî bibe, yêd ku r’astî bawer nekirine, lê k’êfa wan neheqîyêr’a hat.
[13] Lê em gerekê her t’im bona we ji Xwedê r’azî bin, xûşk-birayêd ji alîyê Xudanda h’izkirî. Çimkî Xwedê serê-sêrîda hûn bijartin, wekî bi R’uh’ bêne buhurtî-jibarekirinê , r’astîyê bawer bikin û xilaz bin.
[14] Wê yekêr’a Ewî bi Mizgînîdayîna me gazî we kir, ku bi vî awayî hûn r’ûmeta Xudanê me Îsa Mesîh bistînin.
[15] Awa xûşk-birano, nig bidin e’rdê û wan r’aw-r’izima qewîn bigirin, yêd ku hûn hîn bûne, heger bi gotinêd me be, yan bi ne’mêd me be.
[16] De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em h’iz kirin û bi k’eremê dildayîneke h’eta-h’etayê û gumaneke qenc da me,
[17] bira dil bide we û we nava h’emû kira û gotinêd qencda bişidîne.