Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 2:29

[1] Ji Pawlos, Sîlas û Tîmot’êyo, civîna T’êsalonîkîyar’a, ya ku p’ara Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e:

[2] De bira k’erem û e’dilayîya Xwedê, Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.

[3] Em deyndar in, ku her gav bona we r’azîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we r’ind digihîje û h’izkirina we hindava hevda zêde dibe.

[4] Lema em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difir’in, bona sebir û bawerîya we, çimkî hûn wan h’emû zêrandin û tengasîya dik’işînin, yêd ku têne serê we.

[5] Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê r’ast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî P’adşatîya Xwedê bin, bona k’îjanê jî hûn wan te’lî-tengîya dibînin.

[6] Belê ev e heqîya Xwedê: Yêd tengasîyê didine we, Xwedê jî wê wan bide tengasîyê

[7] û yêd ji we tengasîyêda ne, t’evî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa t’evî milyak’etêd Xweye zor ji e’zmênva bi k’ûra êgir xuya be,

[8] wekî h’eyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gur’a Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.

[9] Ewê bela xwe ji wêranbûna h’eta-h’etayê bibînin, ji h’izûra Xudan û r’ûmeta qewata Wî bêne avîtinê,

[10] gava wê R’ojê Ew bê, wekî nava cime’ta Xweda bê pesindayînê û h’emû bawermend wê h’eyr-h’ujmek’ar bin. Hûnê jî nava wanda bin, çimkî we bawerîya xwe şe’detîya me anî.

[11] Bona vê yekê em her gav bona we dua dikin, ku Xwedêyê me, we hêjayî wê gazîyê ke û h’emû nêt-meremêd weye qenc û kirinêd weye ji bawerîyê bi qewatê bîne sêrî.

[12] Bi vî awayî wê pesinê navê Xudanê me Îsa li nava weda bê dayînê û hûnê jî nava Wîda bêne pesindayînê, li gora k’erema Xwedêyê me û Xudan Îsa Mesîh.

T’êsalonîkî Ii — Chapters