[1] Lê bona wext û zemana xûşk-birano, ne h’ewce ye em tiştekî wer’a binivîsin,
[2] çimkî hûn xwexa p’ak zanin ku R’oja Xudan wê mîna dizê şevê bê .
[3] Gava bêjin: «Dinê seqir’î û bêxofî ye», hingê xezebê nişkêva ser wanda bê, mîna êşa k’ulfeta h’emle û wê nikaribin qet jê xilaz bin.
[4] Lê hûn xûşk-birano, te’rîyêda nînin ku ew R’oj mîna dizekî ser weda bigire.
[5] Hûn h’emû jî zar’êd r’onayîyê ne û zar’êd r’ojê ne. Em ne yêd şevê ne, ne jî yêd te’rîyê ne.
[6] Awa em xewêda nemînin mîna yêd mayîn, lê h’işyar û serxwe bin.
[7] Çimkî ewêd ku r’adizên, şevê r’adizên û ewêd ku serxweş dibin, şevê serxweş dibin.
[8] Lê em ku yêd r’ojê ne, gerekê serxwe bin: Zirih’a bawerîyê û h’izkirinê li xwe wergirin, k’umzirih’ê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe .
[9] Xwedê em bona xezebê k’ifş nekirine, lê wekî xilazbûnê bistînin, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh.
[10] Ew bona me mir, wekî em heger sax bin yan mirî bin, t’evî Wî bijîn.
[11] Bona vê yekê dil bidine hev û alîk’arîya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî.
[12] Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, qedirê wan bigirin, yêd ku nava weda dixebitin, jîyîna xwedênasîyêda se’vîtîyê li we dikin û we şîret dikin.
[13] Qedirê wana bi h’izkirinê hê bilind bigirin bona şixulê wan. Hevr’a t’ifaq bin.
[14] Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêp’ergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî k’etîya werin, hindava h’emûyada sebira we hebe.
[15] Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona h’emûya.
[16] Her t’im şa bin,
[17] her gav dua bikin,
[18] her tiştîda r’azîbûnê bidin, çimkî ev e xwestina Xwedê bi saya Mesîh Îsa bona we.
[19] R’uh’ê Pîroz netemirînin.
[20] P’êxembertîya bêr’ûmet nekin.
[21] Her tiştî bicêr’ibînin, tiştêd qenc qewîn bigirin.
[22] Ji her cûr’e xirabîyê dûr k’evin.
[23] De bira Xwedêyê ku e’dilayîyê dide, Xwexa we lap buhurtî-jibare ke, t’emamîya r’uh’, nifûs û qalibê we bêqusûr xwey ke, h’eta hatina Xudanê me Îsa Mesîh.
[24] Amin e Ewî ku gazî we dike, wê mîyaser ke jî.
[25] Xûşk-birano, bona me jî dua bikin.
[26] Silavê bidine h’emû xûşk-bira, bi r’amûsana şîrê h’elal.
[27] Ez li ber Xudan dikime deynê stûyê we, ku hûn vê ne’mê ber h’emû xûşk-bira bixûnin.
[28] K’erema Xudanê me Îsa Mesîh wer’a be.