Petrûs Ii 2
[1] P’êxemberêd derew jî nava cime’ta Îsraêlêda derk’etine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew k’ir’în jî înk’ar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.
[2] Gelek wê ber bayê bênamûsîya wan k’evin, r’ûyê wanda wê r’îya r’astîyê bê bêhurmetkirinê.
[3] Wê ji dest timak’arîyê bi zarê xweş we bixapînin bona k’ara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.
[4] Çimkî h’eyfa Xwedê li wan milyak’etêd ku gune kirin nehat, lê ew qeydkirî avîtine zindana te’rîstanîyê, R’oja Dîwanêr’a dane xweykirinê.
[5] Û h’eyfa Wî dinya pêşin jî nehat, t’enê h’eyşt nefs, Nuhê ku heqî dannasîn dikir, mala wîva xilaz kir gava lêyî anî ser dinya nep’aka .
[6] Dîwana bajarêd Sodom û Gomorayê jî kir, ew kirin ax-xwelî, wêran kir, bona nep’akêd pey wanr’a dersek hişt.
[7] Lûtê r’ast jî, ku ji bêp’ergalîya nep’akaye bênamûsî aciz bibû, xilaz kir.
[8] Çimkî ewî r’ast, ku nava wanda dima, kirêd bêolîtîya wan didîtin û dibihîstin, her r’oj r’uh’ê wîyî r’ast xweda dişewitî.
[9] Xudan ku bi vî awayî kir, ew zane çawa xwedênasa jî ji cêr’ibandina xilaz ke û neheqa R’oja Dîwanêr’a xwey ke, wekî cezayê xwe bistînin,
[10] îlahî wan, yêd ku pey h’eramîya xwestina qalib k’etine, dijenine serwêrtîyê. Ewe berzeq û xwer’azî ne, xof jî nakin, yêd xweyîr’ûmete jorin bêhurmet dikin,
[11] lê milyak’et çiqasî pê qewat û zorayîya xwe ji van zêdetir in, dîsa li ber Xudan bi bêhurmetkirinê şikîyatê wan nakin.
[12] Ev merivana mîna h’eywanêd bêzare-bêziman in, bi qafê xweye vala têne r’êberîkirinê, ku bona nêç’îr û kuştinê dinê k’etine, wan tişta bêhurmet dikin ku nizanin ew çi ne, evê jî mîna wan h’eywana unda bin her’in.
[13] Xirabîya wanê li wan veger’e. K’êfa dilê xwer’a xirabîya ku r’o-nava-r’ojê dikin xwer’a şabûn h’esab dikin. Evana lek’e û h’eram in, t’evî we dixwin-vedixwin û hingê nava r’îyêd xweye derewda k’êf dikin.
[14] Ç’e’vêd wan li zinêk’arîyê ye, ji gunekirinê t’êr nabin, bawermendêd neşidîyayî pey xwe dibin, dilê wan t’enê hînî timak’arîyê bûye. Nifir’ ser wan e!
[15] Destê xwe ji r’îya r’ast kirin, xalifîn, r’îya Bilamê Beûrda çûn, yê ku maşê neheqîyê h’iz kir .
[16] Lê li neheqîya wî hate hilatinê gava k’era bêzare-bêziman bi zimanê merivayê xeber da û pêşîya bêaqilîya p’êxember girt.
[17] Ev merivêd ha kanîyêd ç’ikîyayî ne û e’wrêd ji ber bê ajotî ne. Şever’eşa te’rîstanîyê bona wan xweykirî ye.
[18] Yêd ha gotinêd p’ûç’e ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd r’îya xalifîda diçin, r’evîbûn.
[19] Evana yêd ahar’a azayîyê soz didin, lê xwexa xulamêd p’ûç’bûnê ne, çimkî meriv çi tiştîda ku dide der, dibe xulamê wê yekê.
[20] Heger ewêd ku pê zanebûna hindava Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh carekêr’a destê xwe ji h’eramîyêd dinê kirin, paşê dîsa bik’evine nava wan h’eramîya, bidine der, axirîya wanê ji ya pêşin xirabtir be.
[21] Wanr’a hê qenc bû, ku qet ev r’îya heqîyê nas nekirana, ne ku pey naskirinêr’a ji wê t’emîya pîroz dager’îyana, ya ku wanr’a hate dayînê.
[22] Ev gotin r’ast tê serê wan: «Se vediger’e ser ver’eşandina xwe» û «Berazê şûştî dîsa xwe h’er’îyê vedide».