Tîto 3
[1] Bike bîra cime’tê, ku gur’a serwêr û h’ukumeta bikin, guhdar bin û bona h’emû kirinêd qenc hazir sekinî bin.
[2] Hindava t’u kesekîda xirab xeber nedin, şer’ûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava h’emû merivada bidine k’ifşê.
[3] Çimkî em jî wextekê bêfe’m bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûr’e-cûr’e temêd xirab û k’êfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û h’evsûdîyêda dijît, em mîna me’rê r’eş, li ber ç’e’vê hev r’eş bûn.
[4] Lê gava şîrinayî û h’izkirina Xwedê, Xilazkirê me xuya bû,
[5] Wî em xilaz kirin. Ne ku bona wan kirinêd r’aste ku me kirin, lê li gora r’e’ma Xwe em xilaz kirin, bi şûştinê em nû dinê k’etin û bi R’uh’ê Pîroz nûyejîyîn bûn .
[6] Wî Xwedêyî ew R’uh’ bi mer’danî ser meda barand, bi destê Îsa Mesîhê Xilazkirê me,
[7] wekî bi k’erema Wî em r’ast bêne h’esabê û bi wê gumanê jîyîna h’eta-h’etayê war bin.
[8] Vê gotinêda xêlif t’une. Û ez dixwazim ku tu van tişta e’seyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivar’a qenc û k’ar in.
[9] Lê tu xwe ji de’w-dozêd axmaxtî, r’eqema silsileta, hevr’ik’îyê û şer’-de’wêd li ser Qanûnê dûr bigire, çimkî ew bêkêr û bêk’ar in.
[10] Ji yê ku bêt’ifaqîyê dike, carekê-duda şîret ke dûr k’eve.
[11] Tu zanî ku yê usa xalifî û gunek’ar e, ew xwexa dîwanê ser xweda tîne.
[12] Gava Artemas yan Tixîko ez bişînime cem te, bike ku bêyî Nîkopolîsê, cem min, çimkî min qirar da zivistana xwe li wir derbaz kim.
[13] Zênasê qanûnzan û Apolo zû ver’êke, usa be ku ew r’êva kêmasîya tiştekî nebînin.
[14] Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî h’ewcetîya merivayê bên û bê ber nebin.
[15] H’emûyêd t’evî min li te silav dikin. Silavê bide wan, yêd ku bawerîyêda me h’iz dikin. K’erema Xwedê we h’emûyar’a be.