Skip to content
Opens in a new window

Tîto 2

Listen to this chapter • 2:17

[1] Lê tu, çi li hînkirina saxlem dik’eve, hîn ke.

[2] Kalemêr bira xwegirtî, giran û maqûl bin, bawerîyê, h’izkirinê û sebirêda serxwe bin.

[3] Pîrejin jî bira usa p’ergal bin, çawa li merivêd Xwedê dik’eve, ne buxdanbêj, mêla wan ne ser vexwarinê be. Lê bira xweyêd şîretêd qenc bin,

[4] wekî jinêd cahil hîn kin, ku mêr û zar’êd xwe h’iz bikin,

[5] aqilda giran bin, nav-namûs, malkir, h’eyf, gur’a mêrê xweda bin, wekî xebera Xwedê neyê bêhurmetkirinê.

[6] Usa jî dil bide xorta, ku aqilda giran bin.

[7] Her tiştîda jî, tu xwexa bibe t’erzê kirinêd qenc, nava hînkirinêda bêdur’ûtî û maqûl be,

[8] bi xeberêd saxleme bê kêmasî, wekî yê miqabil şermî bimîne û hindava meda tiştekî wîyî gotinê t’unebe.

[9] Xulama şîret ke, ku gur’a axayêd xweda bin û her tiştîda li wan xweş bên, cab-sabê wan nedin,

[10] destdirêjayîyê nekin, lê aminîya qence t’am nîşanî wan kin, wekî hînkirina bona Xilazkirê me Xwedê, her alîyava bixemilînin.

[11] Çimkî k’erema Xwedê bona xilazbûna h’emû meriva xuya bû,

[12] Ew me hîn dike, ku em nep’akîyê û dilhavijîyêd dinyayê înk’ar kin û aqilda giran, bi heqîyê û xwedênasîyê bijîn li vê dinê,

[13] hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna r’ûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.

[14] Ewî Xwe bona me da der, ku me ji h’emû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cime’ta Xweye xîretk’êşêd kirinêd qenc.

[15] Van tişta hîn ke, bi t’emamîya h’ukumê xwe dil bide wan û li wan hilê. Bira t’u kes te bêhurmet neke.

Tîto — Chapters