Yûh’enna Iii
[1] Ji berpirsîyarê civînê, Gayosê delalr’a, k’îjanî ku ez bi r’astîyê h’iz dikim.
[2] Delalo, ez dua dikim, ku h’emû alîyava çerxa te usa r’ast be û sih’et-qewat bî, çawa minva e’yan e ku r’uh’ê te silametîyêda ye.
[3] Ez gelekî şa bûm, çaxê çend bira hatin û şe’detî dan, ku tu nava r’astîyêda amin î, çawa te pêşda r’astîyêda dijît jî.
[4] Şabûna mine ji vê mestir t’une, çaxê dibihêm ku zar’êd min nava r’astîyêda dijîn.
[5] Delalo, tu şixulê xweda amin î, çi ku bona bira dikî, h’eta ku yêd nenasr’a jî.
[6] Wana şe’detîya h’izkirina te ber civîna vir da. Tê tiştekî qenc bikî, heger tu wan usa ver’êkî çawa ku li Xwedê xweş tê.
[7] Çimkî ewana bona navê Mesîh k’etine r’ê û t’u tişt ji nebawera nestandine.
[8] Awa em gerekê yêd usa qebûl kin, ku em t’evî şixulê r’astîyê bin.
[9] Min civînêr’a nivîsî, lê Dîyotrefîs ku h’iz dike ser h’emûyar’a be, guh nade me.
[10] Bona vê yekê gava ez bêm, ezê kirêd wî gilî kim, ku çawa davêje me, xeyba me dike. Bi vê yekê jî r’azî nabe, ne ku t’enê bira qebûl nake, lê yêd ku dixwazin bira qebûl kin, ber wan r’adibe û wan ji civînê jî derdixe!
[11] Delalo, ç’e’v nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.
[12] Bona Dîmîtrîyo h’emû jî şe’detîya qenc didin, h’eta ku r’astî jî. Em jî şe’detîyê didin û tu zanî ku şe’detîya me r’ast e.
[13] Gelek tiştêd mine nivîsarê ter’a hebûn, lê min nexwest ser k’axazê bi h’ubirê binivîsim.
[14] Çimkî ez bi wê gumanê me, ku ezê zûtirekê te bibînim û emê r’û bi r’û xeber din.
[15] E’dilayî li te be. Heval-hogir silava li te dikin. Silava yek-yek h’emû heval-hogira bike.