[1] Hûn xwexa jî zanin xûşk-birano, ku em badîhewa nehatine cem we.
[2] Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa k’işandibû û hatibûne r’ezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê wer’a bêjin .
[3] Vê hîvîkirina meda ne tiştekî xêlif heye, ne h’eramî û ne jî fêlbazî.
[4] Lê çawa Xwedê em layîqî vê yekê kirin û Mizgînîdayîn sparte me, em usa xeber didin. Em usa nakin ku li meriva xweş bên, lê li Xwedê, Yê ku dilê me e’nene dike.
[5] Me gotinêd xweda h’ilek’arî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya t’erkelipaskirî k’etin. Xwedê şe’de ye!
[6] Ne jî em navê xwe ger’îyan, ne nava weda, ne nava yêd mayînda,
[7] belê me dikaribû çawa şandîyêd Mesîh ser we bibûna bargiranî. Lê belê em nava weda r’ûnerm bûne, çawa kevanîk ku zar’êd xwer’a dir’icife.
[8] Usa jî dilê me ser we dişewitî, h’eta ku me dixwest ne ku t’enê Mizgînîya Xwedê bida we, lê e’mirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delalîyêd me.
[9] Ew xebat û cefê me tê bîra we xûşk-birano? Em şev û r’oj dixebitîn, ku ser we t’u kesî nebine bargiranî, gava me Mizgînîya Xwedê wer’a dannasîn kir.
[10] Hûn xwexa şe’de ne, usa jî Xwedê, ku em t’evî we bawermenda çawa h’elal, r’ast û bêqusûr r’abûn-r’ûniştin.
[11] Hûn p’ak zanin em hindava we her kesîda usa bûne, çawa bav hindava zar’êd xweda.
[12] Me dil dida we, li ber dilê weda dihatin û lava ji we dikir, ku hûn layîqî Wî Xwedêyî bimeşin, Yê ku hûn gazî P’adşatî û r’ûmeta Xwe kirine.
[13] Û bona vê yekê jî em her gav r’azîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, r’ast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.
[14] Çimkî hûn jî xûşk-birano, k’etine h’alê wan civînêd Xwedêye p’ara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda k’işandin, çawa wan jî destê wan cihûyada ,
[15] yêd ku hin Xudan Îsa, hin jî p’êxember kuştin û em jî zêrandin. Evana li Xwedê xweş nayên û miqabilî dinê-e’lamê ne!
[16] Vana dikir, wekî em necihûyar’a xeber nedin, ku ew xilaz bin. Bi vê yekê her gav k’asa xweye guna dadigirtin û heyneser xezeb anîne serê xwe.
[17] Lê em xûşk-birano, r’ast e demeke kin r’û bi r’û ji hev xerîb k’etin, (lê ne bi dila), em hê k’etine demana dîtina r’ûyê we.
[18] Me xwest em bihatana cem we, min Pawlos xwexa jî xwest çend cara bêm, lê mîrêcin r’ê neda me.
[19] Belê k’î ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew k’ofîya em pê difir’in, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina Wîda, heger ne hûn?
[20] R’ast hûn in ew r’ûspîtî û şabûna me.