Guhdarên delal,
Meha 10an a sala 2026an bi destekên 73 guhdaran 643 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê.
Vê mehê CS. RÖ. YK. û HB. û NT. bûn destekçîyên nû. Bo wan û bo destekçîyên berê pir û pir spas.
Me bi van destekan ser rewş û rojeva dinê, ser kultûr, sanat û edebîyatê xelekên nû hazir kirin, me mektûbên we guhdaran xwendin.
Em dibêjin Perxudres Podcast mal e, mekteb e, memleket e ya, bi destekên we li vî warî me meha 10an, cîh da Kevok Memedyan, Arya Abbas, Mihemed Baqî, Îrem Zinar û Hêvîgeş Bêrtî, wan jî xelekên nû çêkirin û qehweyên vê podcastê vexwarin.
Hûn dizanin li Tirkîyê rewşa medyayê çiqas xerab e. Ewqas xerab e ku kanaleka rasterast bêje benzîn û mazot biha bûye, nemaye. Kes nikare, lome nabin, kes newêre bêje bi vî halî êdî debar û îdara nabe, bes e.
Di rewşeka ewqas xerab da em xwe mecbûr dibînin xêncî kultûr, sanat û edebîyatê, hinek xelekên aktuel, sosyal, sîyasal jî çêkin û rewşa milet ragihînin.
Medya bo dewam bikin, nesekinin, ya li hêla partîyekê disekinin, ya li hêla dewletekê. A me bi xêra guhdarên me yên sadiq û samîmî, cîger cesaret e, em li hêla milet disekinin û bê propaganda bê heqaret bê sansur, behsa herkesî behsa her tiştî dikin.
Studyoyên me tune ne, mîkrofên hevalên me ne mîkrofên mihteşem in, lê dostanî û dilsozîya we heye û tevî hinek amatorî û kêmasîyên me yên biçûk, kalîteya karê me.
Jibo em vê podcastê pêşve bibin û xelekên hîn xweşik çêkin, jibo em li ser nigan serbixwe bimînin û serbest bêjin, banga me xayet zelal e bo we guhdarên delal.
Mebêjin pir e mebêjin hindik e ji lînka me ya Patreonê destekê bidin Perxudres Podcastê. Bi hezaran guhdarên me hene, mimkun e, bi destekên we medyayeka serbixwe bi Kurdî jî mimkin e.
Resima li qapaxê: Claude Monet
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast