#497. Jinên Kurd û Tirk li Enqerê Bo Aştî û Azadîyê Kom Bûn | Amadekar: Hêvîgeş Bêrtî
Perxudres Podcast
Jinên Kurd û Tirk li Enqere ya paytexta Tirkîyê bo danûstandinên ser siberojê li hev kom bûn.
Di programa konferans û forumê da hema bêje ji her alîyê sîyasetê û ji her fikrê jin hebûn.
Jinan ser, aştî, azadî û çareserîya demokratîk xeber dan, danûstandin kirin.
Ez Hêvîgeş Bêrtî, bo guhdarên Perxudres Podcastê li programê hazir bûm û min ji sîyasetvan, aktîvîst û akademîsyanan fikrên wan ên ser vê programê pirsîn.
Müşerref Geçer û Hüda Kaya, ku ser lêkolînên Îslamê dixebitin, dibêjin ew kêfxweş in ku ji her alîyê jin bo aştîyê li hev kom bûne.
Sîyasetvan Ayşegül Doğan dibêje ew dixwazin civakeka nû çêkin û aktîvîst Duygu Zeynep dibêje jibo civakeka nû hêvîyên wan neqedîyane, lê westîyane û ew dixwazin hêvîyan jinûve geş bikin.
Akademîsyen Hidayet Şefaatli Tuksal dibêje danûstandinên sîyastvanan têra çêkirina aştîyê nakin û gerek komên sîvîl jî bo aştîyê bipeyîvin.
Li gor Hidayet Şefkatli Tuksal jibo aştîyê karê ew bikin hîn pir e û gerek di dilê milet da rizayeka aktîf çêbe.
Perva İnal, aktîvîsta ser lêkolînên Îslamî dixebite, dibêje ew jiber bawerîya xwe mesûla karê bo aştîyê dibîne.
Aktîvîst Hadiye Yolcu û Nurten Ertuğrul dibêjin ew jiber danûstandinan kêfxweş in û ewê micadeleya aştîyê bidomînin.
EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast
KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!
🔗www.patreon.com/perxudrespodcast