Serokomarîya Tirkîyê ragihand ku di Xelatên Mezin yên Kultûr û Sanatê yên 2026an da Xelata Wefayê dide Ehmedê Xanî.
Vê xelata wefayê, li ser xatiraya Ehmedê Xanî dikê xwedîyê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskin bistîne.
Şair û mitesewifê mezin Ehmedê Xanî ji eserên xwe ya pir bi Mem û Zînê tê naskirin.
Ehmedê Xanê ew eser talîya sedsala 17an ra nivîsîye. Derdorên entelektuel, Ehmedê Xanî bi gotinên di vê eserê da wî rêberê miletperwerîya Kurdan dihesibînin.
Bifikir ji ‘Ereb heta ve Gurcan
Kurmancî ye bûye şubhê burcan
Ev Rûm û ‘Ecem bi wan hesar in
Kurmancî hemî li çar kenar in
Ehmedê Xanê di MemûZînê da bi van gotinan dibêje Kurmanc di orta Osmanli û Îranê da ji hev parçe bûne, perîşan ketine.
Tevî ku bi Kurmancan ra hîmet, xîret, celadet heye jî dibêje Ehmedê Xanî dibêje jiber ku ew ji xwendinê, ji kitaban dûr in ji vê rewşa xerab dernakevin.
Enwa‘ê milel xudankitêb in
Kurmanci tenê di bê hisêb in
Ser sebeba nivîsîna Mem û Zînê, Ehmedê Xanî dibêje, da xelqi nebêjitin ku Ekrad, bê merîfet in, bi esl û bunyad.
Weşanxaneya Avesta ji talîya 1995an vir va, da Kurd xudankitêb bin û da xelqi nebêjitin ku Kurd bê merîfet in, bi esl û bunyad, bêtir bi Kurdî û Tirkî, lê bi Îngilizî û Fransî jî kitaban derdixe.
Jiber şertên Tirkîyê heta niha ser bi dehan kitabên Weşanxaneya Avesta doz hatine vekirin, hinekên wan hatine yasaxkirin, hinekan ceza xwarine.
Tevî hemî zordarîyan jî Weşanxaneya Avesta li ber xwe daye û heta vê Xelata Wefayê ya Serokomarîyê Tirkîyê ya bo Ehmedê Xanî maye.
Hêjayî bîrxistinê ye, AAPê, Yekîtîya Weşangerên Amerîkayê jî, Xelata Azadîya Weşangerîyê ya Navneteweyî ya 2026an dabû Weşanxaneya Avesta
AAPê sala 2005an jî ew xelat dabû Weşanxaneya Avesta ku di tarîxa AAPê da cara pêşî weşanxaneyek du caran vê xelatê distîne.